Girtiya nexweş Seyran Demîr daket 35 kîloyan, hîn jî nayê berdan! 2018-01-09 09:23:00 AMED - Di 16 salên dawî de 3 hezar û 432 girtî jiyana xwe ji destan û ji hezarî zêdetir girtiyên nexweş hene. Seyran Demîr ku bi nexweşîna pençeşêra hestî ketiye, ji ber nexweşîna xwe daketiye 35 kîloyan, yek ji nexweşên giran e ku di rapora ÎHD’ê de cih digire. Her ku diçe rewşa Demîr xerabtir dibe, lê dîsa jî nayê berdan.  Hat diyar kirin ku li girtîgehên Tirkiyeyê di nava 16 salan de 3 hezar û 432 girtî û hikûmxaran jiyana xwe ji dest daye. Li gorî van hejmaran; her salê 215 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Li gel pêşnûmepirsên pêşkêşî Meclîsê hatin kirin jî, li gorî raporên saziyên mafên mirovan; hîna jî li girtîgehan ji hezarî zêdetir girtiyên nexweş hene û ji ber astengiyên burokratîk nayên berdan.    Yek ji girtiyên nexweş ku her roj tenduristiya wê girantir dibe Seyran Demîr a 30 salî ye. Demîr ku bi nexweşînên pençeşêra hestî û Hepatît-B ketiye, bûye 35 kîlo. Nexweşîna fitiq, danûstendina bêhnê bi Demîr hene û tim devê wê birîn dibe. Ji ber vê yekê neçare ku tenê bi mamayan jiyana xwe bidomîne. Navê Demîr di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de heye û di daxuyaniyên berê yên Îzmîr û Stenbolê de hatibû xwestin ku serbest bê berdan. Her ku diçe rewşa tenduristiya Seyran Demîr girantir dibe.       BI HINCETA BEYANÊN ŞAHIDÊN VEŞARTÎ CEZA KIRIN   Seyran Demîr bi hinceta beyanên şahidên veşartî di 13’yê Sibata 2013’an de hat binçavkirin û di 16’ê Sibata 2013’an de li Wanê derxistin pêşberî Dadgehê û bi sûcdariya “Endamê rêxistinê” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.    PIŞTÎ CEZAYÊ WÊ HAT ERÊKIRIN CARDIN HAT GIRTIN   Demîr ku di nav 40 rojan de ji 56 kîloyî daket 30 kîloyî, piştî 9 meh girtî ma û şûnde di 12’ê Mijdara 2013’an de di danişîna pêk hat de, hatibû berdan. Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Wanê di 7'ê Çileya 2014’an de li gorî maddeya 314/2 a TCK bi sûcdariya “Endamê rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Seyran Demîrê birî. Parêzer doz ji bo temyîzê şand Dadgeha Bilind, lê Dadgeha Bilind 2015’an de cezayê Demîrê erê kir. Seyran Demîr ku dihat dermankirin û tenduristiya wê pêş de çûbû, di 25’ê Mijdara 2015’an de polîsan avêt ser mala wê ya li Rihayê û binçav kirin û cardin hat girtin.     Li gorî daxuyaniyê ÎHD’ê; li Midûryeta Polîsan a Rihayê, Demîr bi îşkenceya  zayendî ya polîsan re rû bi rû maye û derûniya wê xerab bûye û li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê 26 rojan di hucreyê de tê ragirtin û dûre sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Karataşa Edeneyê tê kirin.    Demîr, piştî demek şûn de sirgûnî Girtîgaha Tîpa T a Tarsûsê ku bi muameleyên xerab tim dikeve rojevê hat kirin. Demîr di nameya xwe ya ji ÎHD’ê re şand de wiha dibêje: “Li gel nexweşbûm jî bi rîngê ez sirgûn kirim. Ez hatim derpkirin. Gardiyan û leşkaran tim heqaret û dijûn li min kirin. Bi êrîşên derûnî re rû bi rû mam."    ‘DI NAVA 2 SALAN DE TENÊ 2 CARAN DERKET HEVDÎTINÊ’   Demîr, diyar kir ku ji roja 25’ê Mijdara 2015’an de ku hatî girtin û vir ve ji ber cezayên dîsîplênê tenê 2 caran bi malbata xwe re hevdîtin çê kiriye û wiha got: “Di 2006’an de bi nexweşiya penceşera hestiyan ketim. Di devê min de tenê 2 diranên min mane. Bi mameyan jiyana xwe didomînin. Niha bûme 35 kîlo."     Seyran Demîr bang li Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û parazvanên mafên mirovan kir û ji bo li derve bê darmankirin, xwest têkevin nava hewldanan.     Bav Nadîr Demîr ku di 13’ê Kanûna 2017’an bi rêya telefonê bi keça xwe re axivî, diyar kir ku gava keça wî dibin nexweşxaneyê dibêjin “Girtiya siyasî ye” û wiha got: “Ji ber vê yekê keça min derman nakin. Tenê du diran di devê wê de mane. Ji ber vê yekê nikare xwarinê bixwe. Dixwazim keça min bê berdan û li derve bê dermankirin.”