Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn 2018-01-09 16:57:11 DERSIM / MÊRSÎN – Ji 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Jinên kurd diyar kirin ku mîrasên têkoşînê ji Sakîne Cansiz girtine û dê têkoşîna wê bidomînin.  Tevgera Jinên Azad (TJA), siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz a di 9’ê Çile 2013’an de li Parîsê hat qetilkirin li ser gora xwe ya li Goristana Şaredariya Dêrsimê bibîranîn. Di bîranînê de Dayikên Aştiyê, rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), wekîlên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Ayşe Acar Başaran û gelek jin amade bûn.    Polîsan goristanê xist bin dorpêçê û piştî kontrolkirina nasnameyê jinan wan berdan hundir. Jinên xwestin beşdarî merasîmê bibin bi rê de maşîneyên wan hatin sekinandin û lêgerîn pêk anîn. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir û ewil aktîvîsta TJA’yê Zeynep Olbecî axivî.    ‘SAKÎNE MÎRASA TÊKOŞÎNA JINÊN KURD E’    Olbecî anî ziman ku Sakîne Cansiz di tu demê û di tu şertî de serî li hember faşîzmê ne tewand û ji bo jinên kurd windahiyek gelek mezin e. Olbecî got ku jinên kurd mîraseya têkoşîna xwe ji Sakîne Cansizan digirin û ew ê têkoşîna wê ya nîvco mayî bidomînin.    KCD: EM TIRSA SAKÎNE BIXIN DILÊ WAN    Pişt re Endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Salîh Aydenîz jî axivî û da zanîn ku bi kuştina Sakîne Cansizan xwestine peyam bidin hemû jinan û got: “Yên Sakîne qetil kirin îro li Sûrê, Cizîrê û Nisêbînê em dibînin. Komkujiya pêk hat di heman deme de îfadeya tirsê bû. Em ê vê tirsê hin bêtir bixin dilê wan.”    DAYIKÊN AŞTIYÊ: TEKANE RÊ AŞTIYE    Dayika Aştiyê Safiye Sezgîn jî got ku tekane riya ku komkujî bên rawestandin aştî ye.    HDP: TÊKOŞÎNA JINÊ HEDEF GIRTIN    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî destnîşan kir ku komkujiya li Parîsê bi plangerî pêk hatiye û got: “Komkujî li dijî pêvajoya dihat destpêkirin bû. Hedefek din a komkujiyê jî ew bû têkoşîna azadiya jinê bû. Ji ber wê jî hedefa sereke jinên pêşeng bûn. Em ji kevneşopiya jinên bi hêz tên. Çawa Sakîne Cansiz li dijî cuntaya 12’ê îlonê serê xwe netewand û têkoşînê mezintir kir, em ê jî wek berdewama wan vê kevneşopiya wê bidomînin. Em soza vê yekê didin.”    Pişt re jinan findan li ser gorê pêxist û qurnefîlên sor danîn ser gorê.    LEYLA ŞAYLEMEZ LI MÊRSÎNÊ BIBÎR ANÎN    Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Mêrsînê jî Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bibîra anîn. Leyla Şaylemez li ser gora xwe li Mêrsînê ji bibîr anîn û gelek jin beşdarî merasîmê bûn. Her wiha Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat jî beşdarî merasîmê bûn. Jinan qurnefîl danîn ser gora Şaylemez a li Goristana Guneykentê ya navçeya Toroslar a Mêrsînê. Jinan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest bi bernameya xwe kir.    Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di bîranînê de axivî û hemû jinên hatine qetilkirin bibîr anî û xwest ku kiryarên komkujiyê bên dîtin.    'EM Ê BI BIRYARDARÎ TÊKOŞÎNÊ DEWAM BIKIN’    Parlamenter Mizgîn Irgat jî anî ziman ku li gel 5 sal di ser bûyerê de derbas bû tu pêşketin pêk nehatiye û xwest dosyeya hatiye girtin ji nû ve bê vekirin û kiryar bên darizandin. Irgat bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan û got ku ew ê bi biryardarî têkoşînê dewam bikin.    Piştî axaftinan bername bi dawî bû.