Jinên amedî: Zarokên dilîzin dê çawa bizewicin? 2018-01-10 09:12:58 AMED - Bertekên jinan ên li hemberî daxuyanî û pênaseyên Diyanetê yên der barê zewicandina di temenên zarokatiyê de didomin. Jinan wiha pirsî: "Wê zarok çawa di vî temenî de bizewicin."  Serokatiya Karên Diyanetê di malpera xwe ya fermî di Ferhenga Têgehên Olî de diyar kiribû ku ji bo zarokên kur temenê zewicandinê 12 û ji bo yên keç jî 9 sal in. Piştî van daxuyanî û pênaseyan gelek derdor bertek nîşan didin. Li Amedê jî jinan bertek nîşan da û gotin ku ev feraset rê li ber îstismarkirina zarokan vedike û wiha pirsîn: "Ma wê zarokeke 9 salî çawa bê zewicandin?"    ‘MA ZAROKEKE BI LÎSTIKAN DILÎZE DÊ ÇAWA BIZEWICE?'    Jina bi navê Sevgî Kaya (40) ku pirsî "Zarokeke 9 salî hîn bi lîstikan dilîze, ma dê çawa bizewice?" îstismara li hemberî zarokan a li Weqfa Ensarê bi bîr xist. Kaya destnîşan kir ku ser bûyerên bi vî rengî tê nixumandin û hewldaneke ku van tiştan bi civakê bidin jibîrkirin heye. Kaya polîtîkayên îktîdarê yên zayendîparêz û îstismara zarokan rewa dike rexne kir û wiha axivî: "Ez dayikek im û qethiyen nahêlim ku di vî temenî de zarokên min bizewicin. Bang li hemû dayikan dikim, da li dijî van qanûnan derkevin. Em dakevin kuçeyan û bêjim em van qanûnan naxwazin."    Jina bi navê Muşeher Ulker (50) jî bi lêv kir ku îstismarkirina zarokan zêde bûye û geşedanên ku îstismarê teşwîq dikin xwe didin der û bi taybetî ji ber şerê li herêmê ev polîtîka bi zanebûnî tên meşandin. Şehnaz Yildiza 40 salî jî got ku ev pênase nayên qebûlkirin û geşedanên bi vî rengî îstismarê zêdetir dikin.    Hûrî Taşa 75 salî jî got ku ew di 15 saliya xwe de hatiye zewicandin û wiha got: "Min qet nedixwest di wî emrî de bizewicim. Me di wî em rî de dilîst. Me nizanibû zewac çî ye jî. Dibêjin bila zarok bizewicin. Ma wê ev zaroka çawa bên zewicandin?" Emîne Zeybek (34) jî rewakirina zewicandina zarokan nayê qebûlkirin û wiha got: "Zarokên min jî hene. Ez tiştekî wisa qebûl nakim."