TJA binçavkirina Bagriyanik şermezar kir 2017-10-01 14:53:32   AMED - TJA bertek nîşanî binçavkirina Aktîvîsta TJA û yek ji Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik da û diyar kir ku vîna  jinan kirin hedef.     Aktivîsta TJA û endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik di 30’ê Cotmehê de li Wanê hat binçavkirin. Têkildarî binçavkirina Bagriyanik  Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Amedê Gulşen Ozer bertek nîşanî binçavkirina Bagriyanik da û wiha axivî: “Pêkanîna tecrîd û êrîşan nayê qebûl kirin.” Ozer, balkişand ser qeyûmê Şaredariya Lîcê Sînan Başak ê navê parkên guhertî û wiha got: “Navê Parka Ceylan Onkol guhertin. Navê parka Medenî Yildirim jî guhertin. Ev nayên qebûl kirin. Mîna dagirkeran tevdigerin. Bi guhertina navên parkan êrîşî nirxên me dikin.”    ‘VÎNA JINÊ DI HEDEF DEYE’   Aktîvîsta TJA Elîf Haran jî diyar kir ku ji bo nûnertiya jinan Bagriyanik di Heyeta Îmraliyê de cih digirt û wiha axivî: “Ji dîrokê heya îro birin tim jinên zane û xwedî vîn ên li dijî hişmendiya dewletê ya zilam derketin, di hedefê dene. Bi girtin, binçavkirin, tundî û komkujiyan jin dûrî jiyan û qada siyasî kirin. Bi operasyonên heyî xwestin vîna jinê teslîm bigirin. Tevgera jinên kurd ku nêzî 40 saleye bûye ahenga jinên cîhan û Rojhilata Navîn, bi zanebûn û asta xwe ya rêxistinî bûne tirsa di serî de dewlata AKP’ê û hemû hêzên paşvero yên herêmê.”    ‘DIJMINANTIYA JINÊ PARÇEYEKE AKP’Ê YE’   Haran da zanîn ku Bagriyanik bi awayekê bê hiqûqî hatiye binçavkirin û wiha got: “Dijminantiya jinê dikin. Ev perçeyekê hişmendiya AKP’ê ye. Em jin di zanebûna vê yekê dene. Em ê li dijî van polîtîkayên dervehî mirovahiyê li her qadê xwe birêxistin bikin û têbikoşin.” Haran di dawiya axaftina xwe de xwes dimildest Aktîvîsta TJA Bagriyanik serbest bê beran.   Daxuyanî bi lêxistina çepikan û berz kirina dirûşmên “Jin jiyan azad” û “Êrîş me têk nabin” bi dawî bû.