Jin li ser piyan in: Ev qanûn wisa derbas nabin 2017-10-01 17:03:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan bi dirûşmeya "Ev zagon wisa naçin, jin destûr nadin" li gelek bajaran kom bûn û li dijî zagona muftitiyê û zagonên mafên jinan binpê dikin bertekên xwe anîn ziman.    Jinan bi dirûşmeya "Ev zagon wisa naçin, jin destûr nadin" li gelek bajaran kom bûn û çalakî pêk anîn. Di çarçoveya kampanya ku 100 saziyên jinan û LGBTî îmez kirine de li dijî "zagona muftîtiyê" û "pêşnûmeya zagona mafên mexdûran" û gelek zagonên ku mafê jinan binpê dike di roja vekirina meclîsê de çalakî pêk anîn.    ENQERE    Endamên Platforma Jinan a Enqereyê di çarçoveya çalakiyê de xwestin bernameyê pêk bînin. Lê polîsan destûr nedan jinan. Jinên ku bi ensturmantalên muzîkê û nepoxên rengîn li Kolana Ziya Gokalpê kom bûn, xwestin bimeşin Qada Sakarya. Lê polîsan bi sedema biryara Waliyê Enqere heye, destûr neda çalakiya jinan. Jinan piştî niqaşan meşiyan Kolana Konurê û li vir daxuyanî dan. Li ser navê jinan Endama Platforma Jinan a Enqere Derman Galmez, diyar kir ku pêşnûmeyek ku hemû jinan eleqeder dike û der barê wê de agahiya jinan jê tune ye pêşkêşî meclîsê dike û wiha got: "Ev pêşnûma bi awayekî fermî destûrê dide muftî ku mahrê bibire. Hem rê li pêş zewaca zarokan vedike û hem jî rê li pêş pir zewacê vedike. Bêyî vê pêşnûmayê ji jinan bipirsin dibin rojeva meclîsê. Em jî dibêjin heta ku hûn ji jinan nepirsin em destûr nadin tu zagon di meclîsê re derbas bibe. Em dibêjin ev zagon wisa derbas nabin jin destûr nadin. Em dê sibê saet di 10.00'an de li pêş meclîsê bin. Em bang li hemû jinan dikin ku tev li daxuyaniya me ya sibê bibin". Jinan bi dirûşmeya "Em di 2'ê Cotmehê de li meclîsê ne" û çalakiya deng derxistinê belav bûn.    ÎZMÎR    Platforma Jinan a Îzmirê jî bi heman armancê li Kolana Karşiyaka kom bûn û pankarta “Ji bo jiyanek azad û wekhev ev zagon derbas nabin" vekirin û dowîzên “Serî tewandin tune îsyan heye" û “Em zagonên zewaca zarokan rewa dikin nas nakin" û "Nabe ku erka mahrê bidin muftî" rakirin. Jinan bê navber dirûşmeya “Em natirsin, bêdeng nabin, em serî danînin" berz kirin. Li ser navê platformê Eylem Tunali daxuyanî da û diyar kir ku dê li dijî zagona muhtîtî û zagonên din li ser piyan bin.    STENBOL    Jinên Stenbolê jî li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê kom bûn û heta Qada Khalkedonê meşiyan. Gelek nûnerên saziyên jinan û Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit amade bûn. Jinan li vir jî pankarta "Ji bo jiyanek wekhev û azad zagon wisa derbas nabin" vekirin û dowîzên ku daxwazên xwe tînin ziman bilind kirin. Jinan bê navber siloganên "Bijî piştevaniya jinan", "Ji tundiya mêr re na" û "Mahra fermî ne karê muftu ye" berz kirin. Welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan daxuyaniyê. Jinan li gel baranê çalakiya xwe berdewam kirin û heta Qada Khalkedonê meşiyan. Li ser navê jinan Feride Eralp û Ruya Kurtuluş daxuyanî dan û bang li têkoşina hevpar kirin.    KOCAELî    Platforma Jinan a Kocaelî jî li Parka Mafê Mirovan a Îzmitê daxuyanî da çapemeniyê. Jinên li parkê kom bûn dirûşmeya “Ev qanûn wisa derbas nabin" berz kirin. Li ser navê Platforma Jinan a Kocaeliyê Sibel Yilmaz daxuyanî da. Yilmaz, polîtîkayên AKP'ê yên der barê jinan de rexne kirin û anî ziman ku AKP dixwaze vîna jinan li gorî xwe ava bike. Yilmaz, destnîşan kir ku zaroka 15 salî wekî ku bi riza xwe zewicîbe qebûl dikin û destûr nadtin ku ev yek bibe qanun.    MANÎSA    Li qada Manolya ya Manîsayê jî endamên Platforma Jinan a Manîsayê bi heman armancê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan li vir pêşnûma û zagonên ku tê xwestin li meclîsê bê erêkirin şermezar kirin. Li ser navê jinan Sekretera Perwerdehiyê ya Şaxa Egîtîm Sen'ê Ayşe Bayraktar daxuyanî da. Bayraktar, anî ziman ku ger ev pêşnûma têkeve meriyetê dê nakokiya di navbera mêr û jinê de bêtir kûr bibe û destûr nadin vê yekê.    Li vir î bang li jinan kirin ku di 2'ê Cotmehê de li ber meclîsê kom bibin û li mafê xwe bigerin.