Ji bo jinan her der cihê parastinê ye 2018-01-12 09:15:42 SEMSÛR - Seroka Komeleya Jiyanê ya Jinan a Semsûrê ya bi KHK'ê hat girtin Suna Ateş, diyar kir ku divê jin li her qadê bitêkoşin û ev tişt gotin: "Ji bo me her qad, her mal û her kargeh cihê parastinê ye. Li hemberî me hişmendiyeke divê bi têkoşînê bê rûxandin heye." Komeleya Jiyanê ya Jinan a Semsûrê ku bi Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) a hejmara 677'an ku piştî hewldana darbeyê bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re hat derxistin, di 22'yê Mijdara 2016'an de hat girtin. Seroka komeleyê Suna Ateş, polîtîkaya AKP'ê ya li dijî jinan nirxand û li dijî vê hişmendiya paşverû divê têkoşînek çawa bê dayîn û rê û rêbazên wê vegotin.   'EM NIKARIN DAXUYANIYEKE ÇAPEMENIYÊ JÎ BIDIN’    Ateş bertek nîşanî pênaseyên "balix" û "mehrê" yên Serokatiya Karên Diyanetê jî dan û ev tişt gotin: "Ev hişmendiyeke desthilatdariyê ye. Desthilatdarî ji bo berjewendiyên xwe qanûnên xwe bi rihetî derdixe û ji bo bide qebûlkirin jî dema Rewşa Awarte dirêj dike."   Ateş destnîşan kir ku Rewşa Awarte ji bo di demên awarte de bê xebitandin ji bo wan tiştekî ferz e û domand: "Niha li welatê me rewşeke awarte tune ye. Lê li gel vê jî AKP OHAL'ê dirêj dike, sedemên vê yên cidî hene. Desthilatdarî kirasekî li siyaseta xwe dike. Tu aliyên qanûnî yên KHK'yan tune ye. Bi rêya KHK'yan bi hezaran mirov mexdûr kirin, beşa herî zêde ji van jin in. OHAL'ê ji jinan re çi anî? Ji derveyê mexdûrbûnê tu tişt neanî. Tacîz, tecawiz û mobîng anî. Gelek hevalên me yên hatin îxrackirin, di karên cuda de dixebitin."   ‘HER DER QADA PARASTINÊ YE’    Ateş da zanîn ku bi rêya OHAL'ê hemû muxalîf û beşên alternatîf tên bêdengkirin û wiha domand: "Komeleya me jî yek ji wan saziyan bû û hat girtin. Armanca me ew bû em di bin banê vê komeleyê de li dijî şideta mêr a li ser jinê têbikoşin û mafên jinan biparêzin. Li gorî wan divê dengê me bê qutkirin. Ev tê wateya me bipaşvegav avêtinê? Bêguman na. Em wekî jin, heke saziyên me bigirin jî, kuçeyan qedexe jî bikin, komeleyên me bigirin jî me bixin nava çar dîwaran jî, ji bo me her der cihê têkoşîn û parastinê ye."   ‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’    Ateş anî ziman ku kîjan ol dibe bila bibe, çawa mêze dike bila mêze bike, divê jin û zarokan dayne cihekî cuda û li gorî wê zimanekî bixebitîne û ev nirxandin kir: "Diyanetê heta niha bi tu awayî li gorî olê zimanek nedaye xebitandin û li dijî xirabiyê fetwa nedane. Her dem daxuyaniyên li dijî jin û zarokan dane, ew tune hesibandine, ew rencîde kirine û ji tacîz-tecawizê re dawetî derxistiye. Kesên di vê qadê de xwedî hêz bin, bi daxuyaniyên xwe piştgiriyê didin wan. Mamosteyekî bedenê derdikeve li ser eşofmanê zarokekî, dê zarokek 9 salî derkeve koçeyê bileyze an na, diaxive û dibe sedema tacîz û tecawiza zarokan. Em li dijî tacîz û tecawizê ne, em ê tu carî li dijî hişmendiya mêr serî netewînin."   'DIVÊ LI HER QADÊ TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDIN’    Ateş derbirî ku her jinên ku hişmendiya jinê di wan de bi pêş ketiye, divê ne tenê li dijî fetwayên Diyanetê, divê li dijî OHAL, hişmendiya mêr a mafê wan xesp kiriye bitêkoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em behsa hişmendiya 5 hezar salan a mêr dikim. Dibe ku ev bav, ap, hevjîn, bira be, qet ferq nake. Yanî her mêrê ku di hişmendiya xwe de ew serdestî nekuştibe, divê li dijî wan jin bitêkoşin. Em ne hindik in. Bi rastî jî heke jin bixwazin em gelek in û tişta ku em nekin tune. Bi xwekerkirinê, xwebêdengkirinê, wekî ku qedere vê yekê pejirandinê em ê negihêjin serî. Ji ber ku hişmendiyeke divê li dijî wê têkoşînek demdirêj bê dayîn heye. Ev hişmendî bi Diyanet, KHK û qanûnan tê parastin. Qadeke ku jin lê bitêkoşin nehiştine. Divê jin li her qadê teqez bitêkoşin. Em bang li hemû jinên hevalên xwe dikin, dest ji têkoşînê bernedin."