Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star 2020-11-01 12:16:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kampanya îmzeyan piştgirî dan pêngava Kongreya Star bi şiyara "Na ji dagirkerî û qirkirinê re. Em bi hev re jinê û jiyanê biparêzin".    Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kampanya îmzeyan piştgirî dan pêngava Kongreya Star bi şiyara "Na ji dagirkerî û qirkirinê re. Em bi hev re jinê û jiyanê biparêzin". Kampanya îmzeyan wê heta 25'ê Mijdarê bidome. Jinan kampanya bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin û wiha gotin:   "Li sere sasê baweriya me bi têkoşîn û fedekariyên jinên cîhanê ji bo azadiyê û edaleta civakî ji bo jinan, divê em fedekariyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinê tê nasîn û destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, bi bîr bixin. Van destketiyan nirxeke zêdetir da têkoşîna jinan. Hemleya ku îro dest pê dikin, wê heta 25'ê Mijdarê dewam bike. Armanca hemleyê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku tê de navên rêxistinên piştgiriyê didin hemleya me bên bibîrxistin. Ev hemle her wiha ji bo em piştgiriya rêxistinên jinan ên cîhanê ji bo destketiyên şoreşa jinê, bigirin û li dijî hemû rengên dagirkerî, qirkirin, emperyalîzm û faşîzmê bisekinin ku li gel bêdengiya hemû rêxistinên hiqûqî yên cîhanê û bêdengiya navneteweyî pêk tên."   Lînka îmzeyan a ji bo kampanyayê wiha ye:   https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLScvYTmQZl4ZEbuIVQCehs5Kh3d1CRiVvCPEp1TvAlh2O   Rêxistinên ku mohra xwe danîne binê kampanyayê:   Kongreya Star   Meclisa Jinên Sûriyê   Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê   Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê   Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyê Demokratîk   Yekitiya Jinên Ciwan   Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan   Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê   Komeleya Aştî ya Mirovî   Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan   Rêxistina Mafên Mirovan   Rêxistina Aşna ya Pêşveçûnê   Rêxistina Maya   Rêxistina Doz a Civaka Sivîl