Prof. Dr. Kûrûl: Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ vekin jî, ger bergeh neguher… 2020-11-02 09:05:05 ENQERE – Prof. Dr. Necla Kûrûl, diyar kir ku di pratîka 18 salan a desthilatdariyê de, hema bêje li ser zilamtiya “efendî”, jina “kole” arezûyên xwe danîn holê û got: “Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ jî vekin, ger nêrîna we ya pirsgirêkê neguhere, hûnê nekarin jinê bi hêz bikin. Divê em ji bingeh de bifikirin.”  Serokkomar Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya Japonya ya sala 2019’an de, ragihandibû ku wê “Zanîngeha jinan” veke. Piştî ku Erdogan vegeriya Tirkiyeyê, ferman da bû Serokê Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) Yekta Saraç ku bi xebatek wiha bike. Ligel bertekên jinan jî, avakirina “zanîngeha jinan” di Bernameya Sala 2021’an de cih girt.   Prof. Dr. Necla Kûrûl a bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) ji Fakulteya Perwerdê ya Zanîngeha Enqerê hat îxraçkirin û dûe di xebatên Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê û Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih girt, têkildarî projeyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    ‘DIXWAZIN JINA KOLE AVA BIKIN’   Kûrûl, diyar kir ku projeya “zanîngeha jinan” a di Bernameya Sala 2021’an a di Serokkomariyê de cih digire samîmî nabîne û wiha got: “Bloka AKP û MHP’ê ya ku ji ber îtîrazên hin komên cemaet û tarîqatan Peymana Stenbolê xist nîqaşê û hewl dide li şûna wê peymaneke din a herêmî-mîllî ava bike, em ne ji dil dibînin. Belgeya helwestê ya ‘Projeya Wekheviya Zayendî ya Civakî ya Saziyên Hindekariya Bilind’ a ku YOK’ê di sala 2015’an de ji zanîngehan re şandibû delîla vê ya herî şênberê. Projeya hebû, di demek kurt de ji aliyê YOK’ê ve li rûpela înternetê hat rakirin û bi vî awayî pêkanîna ku jinan bi hêz bike, ji aliyê YOK’ê ve ji holê hat rakirin. Yanî desthilatdarî jina ku dixwaze bi hêze bike, jina kirde, jina bi serdestiya zilam re li hev dike û koletiye bikeye. Dixwaze ev jin serdestiya zilam di lêpirsînê re derbas neke û pê re li hev bike.”    ‘JIN BI HÊZ DIBIN’   Kûrûl, da zanîn ku di mijara bi hêzkirina jinê de, polîtîka herî bi bandor di siyaseta HDP’ê de derketiye holê û wiha axivî: “Di xeta polîtîk a HDP’ê de, çawan ku jin di jiyana rast de cih digere wisan jî, nîva jiyanê ava dike û ji ber vê divê her wextê û di her mekanê de jî bê dîtin. Yanî jin, di çarçoveya vê xeta polîtîk de, hevserokatiyê û hevberdevkiyê dikin. Nûnertiya wan a wekhev di hemû beşên partiyê heye. Di heman demê de cihê xwe di qadên aborî, civakî û polîtîk de digirin. Jin bi vî awayî tên bi hêz kirin. Lê desthilatdariya siyasî van polîtîkayên bi hêzkirina jinan îllegalîze dike û hewl dide paşve bixe.”   Kûrûl, bal kişan ser zanîngehên bloka desthilatdariya AKP-MHP a ku dixwaze ava bike û wiha pê de çû: “Heya ku jin bi xwe div an zanîngehan de şert û mercên xwe nedin avakirin, em baş dizanîn ku wê ev zanîngehên AKP û MHP dixwazin ava bikin, wê bikevin çi rewşê. Tişta ku pêdiviya Tirkiyeyê pê heye, zanîngehên demokratîk, laîk û xweserin. Dîsa di zanîngehan de beşên xebatên jinan bi hêzkirine. Divê ku jin karibin înîsiyatîfên xwe, platformên xwe û komeleyên xwe ava bikin. Di heman demê de, di nava van zanîngehan de, divê jinên zanistên kurd, agahiyên derbarê kurdî, civaka Tirkiye û Kurdan de bên hilberandin.    ‘DIVÊ EM JI BINGEH DE NÊZ BIBIN’   Kûrûl, dest nîşan kir ku di pratîka 18 salan a desthilatdariyê de, hema bêje li ser zilamtiya “efendî”, jina “kole” arezûyên xwe danîn holê û wiha bilêv kir: “Di nava van 18 salan de, me dibin bandora desthilatdariyek neolîberal-Oldar û Tirkîtiyê de jiyan kir. Di rewşa heyî de, pirsgirêka me ya herî lezgîn jiyana jinana. Divê em jinan dest pê kê bidin jiyîn û hêviyên wan ên jiyanê mezin bikin. Ji ber vê hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ jî vekin, ger nêrîna we ya pirsgirêkê neguhere, hûnê nekarin jinê bi hêz bikin. Ji bo bi hêzbûna jinê, divê em em ji bingeh de bifikirin û wisan nêz bibin.”   MA / Eylem Akdag