TJA: Em ê di mijdarê de rêxistinbûyîn û têkoşînê pêş bixin 2020-11-02 09:08:03 AMED - Aktvîsta TJA’yê Berîtan Onen, diyar kir ku kampanyaya “Em xwe diparêzin” ji bo jinan bû hêvî û got: “Em ne mehkûmê tundiyê ne, ne mecbûrin werin kuştin û bêdeng bimînin. Werin em bi hevre civakê biguherînin û jiyanê ji nû ve ava bikin.” Kampanyeya “Em xwe diparêzin” a ku Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê Îlonê de da destpêkirin û wê 4 mehan bidome, didome. TJA’yê di meha yekemîn a kampanyayê de; li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, qirkirinên siyasî, tacîz, tecawiz, êrîşên ser ziman û baweriyan têkoşiyan. Niha jî bi sernavê “xwe parastinê” atolyeyên lihevxistî û resen li dar xistin.    Aktîvîsta TJA’yê Berîtan Onen, diyar kir ku kampanyaya wan hêj di meha yekemînde ye, gihişte armanca xwe û wiha axivî: "Em ê di meha duyemîn a kampanyayê de, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkolîna Navneteweyî ya Li Diijî Tundiya li Dijjî Jinê, giraniya xwe bidin ser rêxistinbûyîna jinê û têkoşîna wê xurt bikin. Me di meha yekemîn a kampanyayê de, armanc kir ku zanebûna zayendî û girîngiya parastina çewherî derbixin holê. Li cîhanê ev ne pirsgirêka jinê ye, pirsgirêka desthilatariyê ye. Me zilam jî tev lî atolyeyan kirin û me xwest em wan jî sewqî lêpirsînê bikin. Li tevahiya cîhanê, li dijî destkeftiyan êrîş hene. Ev êrîş li Tirkiyê û li erdnîgariya kurd hîn şênbertirin.”   XWE PARASTIN   Onen, da zanîn ku heke li dijî destkeftî û bedena jinan êrîşek hebe, divê girîngiya xwe parastinê jî zanibin û wiha got: "Xwe parastin ne tenê parastineke fîzîkî ye. Teşeyeke parastinê ya li dijî çand, ziman û nasnameya jinê ye. Bi taybetî ji bo jinên kurd xwe parastin pêwîste. Ji ber pêwîstiya xwe parastinê ya li her deverê jiyanê vebêjin me navê kampanyayê kir ‘Em xwe xiparêzin’. Ligel vê em têdikoşin ku li her derê jiyanê cih bigirin û em di nava hewldanê de ne ku xwe bigihînin jinan. Di rojên pêşiya me de em ê starta meha duyemîn bidin dest pê kirin.”   ‘KAMPANYA JI JINAN RE BÛ HÊVÎ’    Onen, anî ziman ku di çarçoveya kampanyaya ‘xwe parastinê’ de ji Stenbolê heta Colemêrgê, ji Mêrdîne heta Antalyayê li gelek bajaran xebatan didin meşandin û wiha bilêv kir: "Ev kampanya ji jinan re bû moral. Hîs kirin ku ne bi tenê ne. Ji ber ku êrîşên li dijî jinan hene. Di rojê de 3-4 jin rastî tên qetilkirin, rastî tacîz û tecawizê tên. Kampanyaya me ji jinan re bû hêvî.”   ‘EM PEYHATİYÊN TÊKOŞÎNA 40 SALA NE’   Onen, êrîşên desthilatdariya AKP’ê ya li dijî jinan weke ‘tengavbûyîn’ nirxand û wiha berdewam kir: “Têkoşîna me jinan ne nû ye, em şopdarên têkoşîna 40 sala ne. Desthilatdarî dizane ku jin xwedî wê hêzêye ku civakê biguherînêne. Di bingeha êrîşên li dijî saziyên jinan, nûnerên sendîkayên xebatên aktîf bi rêve dibin û siyasetmedarên jin de, parastina meqamên desthilatdariyê û hişmendiya wê ye. Dixwazin vê hişmendiyê belavî hemû civakê bikin."    ÊRÎŞÊN DESTHILATDARIYÊ Û KUŞTINÊN JINAN   Onen, destnîşan kir bi tayînkirina qeyûmên şaredariyên Amedê xebatên jinan kirin hedef û wiha pê de çû: "Qeyûman hemû saziyên jinan girtin. Ev yek bi tundiya li dijî jinê û cînayetên jinan ve eleqedare. Jinan li dijî tundiyê tu der nedîtin ku serî lê bidin. Ev tundî piştî demekê wek kuştina jinan derket pêşberî me. Ji ber ku jin tenê hatin hiştin. Em dikarin bêjin di vê pêvajoyê de li Amedê gelek jin hatin kuştin û rastî tundiyê hatin. Mînaka Remziye Yoldaş li holê ye. Remziye, ji aliyê hevjînê xwe yê fîrariyê girtîgehê gelek gefên kuştinê dixwarin. Çû qereqolê, li gel biryara parastinê jî hat kuştin. Lê heke saziyeke jinan a ku Remziye serî lê bide hebûya, niha Remziye dijî. Jin da bi dayîna canê xwe Remziyeyê biparêzin.”   ‘HEDEF PÊŞIYA KUŞTINA JINAN VEKIRINE’   Onen, bilêv kir ku hedefgirtina saziyên jinan û jinên bi awayekî aktîf dixebitin, pêşî vekirina kuştina jinane û wiha domand: “Em wek jinên TJA’yî îro di nava têkoşîna jinan de bi îdîaya guhertina civakê di vê riyê de pêşvediçin. Bi êrîşên wan em ê bi hêztir bin û hêz bidin. Em jin li dijî êrîşan zêdetir xwe bi rêxistinkirinê dibin bersiv. Têkoşîna azadiya jinê ya bi sala ne em didin em ê bi vê kampanyayê xerman bikin û li dijî êrîşên ser nasname, çand û zimanê me mekanizmaya xwe parastinê pêşvebibin.”   ‘EM BI HEVRE JI NÛ VE AVA BIKIN’   Onen, wek TJA bang li jinan kir û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em ji vir peyamê didin jinan ‘hûn ne bi tenê ne.’ Em ne mehkûmê tundiyê ne, ne mecbûrin werin kuştin û bêdeng bibin. Werin em bi hevre civakê biguherînin û bi civakê re jiyanê ji nû ve ava bikin.”   MA/ Fahrettîn Kiliç -Arjîn Dîlek Oncel