Jinên kurd: Werin em bi hev re tev bigerin 2018-01-14 09:23:56 AMED - Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Duysal Karataş, diyar kir ku ew ê ji bo yekitiya neteweyî hem di asta herêmî û hem jî di ya giştî de civînan pêk bînin û wiha got: "Qedera me, êşa me û jana me yek e. Werin em bi hev re tev bigerin." Rojên borî li Amedê bi dirûşmeya "Jin pêvajoyê nîqaş dikin" gelek jin hatin gel hev û di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de Platforma Yekitiya Jinên Kurd ava kirin. Endama platformê Duysal Karataş, der barê peywir û berpirsyariyên platformê de agahî da. Karataş destnîşan kir ku armanca platformê ew e, bêyî ku zimanekî serdest, mîlîtarîst û mêrane bê xebitandin, divê di çarçoveya yekitiya neteweyî de kurd bi hev re têkiliyên xwe xurt bikin û ev tişt got: "Divê di çarçoveya rêgezan de xebat bên pêş xistin, bi prespektîfeke berfireh bên dest girtin, di demeke nêz de wê hevdîtineke berfirehtir bê amade kirin."   'DIVÊ JINÊN KURD DI BIN SÎWANEKÊ DE BIN'   Karataş da zanîn ku armanca platformê ew e, ji bo xebatên pêşerojê pêşdîtinek bê avakirin û nexşerêyek bê diyarkirin û wiha got: "Piştî hevdîtinan pêşniyarên ku ji hêla jinan ve hatine girtin, divê di vê rêyê de xebat bên meşandin û xaleke hev beş bê dîtin."   Karataş anî ziman ku ew xwe digihînin jinên cuda jî û wiha domand: "Jinên ku tev li xebatan bûn, di aliyê rol û berpirsyariyê de wekî yek biryarî dê komîsyon bên avakirin. Dê ev komîsyon li herêmên wekî Serhed, Amed, Botan, Çukurova û Anatolyaya Navîn xwe bigihîne jinên kurd. Çi qasî çarçoveyeke berfireh bê avakirin û xwe bigihînin beşeke çi qasî mezin, dê di warê çareserkirina pirsigrêkê de jî stratejiyek ew qas mezin derkeve holê."   'XALA SEREKE YEKITIYA NETEWEYÎ Û XEBATÊN ZIMAN E'   Karataş destnîşan kir ku rojeve bingehîn xebatên yekitiya neteweyî ye û ev nirxandin kir: "Ji bo ruhê yekitiya neteweyî bê girtin, der barê perwerdeya zimanê kurdî de dê kûrs, semîner û konferans bên lidarxistin. Armanca me ew e; di warê aboriya jinê, lingê hiqûqî û di gelek qadan de xwe bigihînin jinan û bidin zanîn ku ji derveyê yekitiya neteweyî tu rê tune û bi jinên kurd re nîqaş bikin. Dîsa li çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêk û êşên ku jinên kurd dikişînin tespît bikin û ji pirsgirêkan re çareseriyê bibînin."   'BI HIŞMENDIYA NETEWEYÎ NÊZÎ PIRSGIRÊKAN BIBIN'   Karataş derbirî ku divê jinên kurd bi hişmendiya yekitiya neteweyî nêzî êrîşên tacîz, şidet û hwd. bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke jinên êzidî bi tecawiz, firotin û şidetê re rû bi rû mabin, ji ber kêmasiya hişmendiya yekitiya neteweyî pêk tê. Heke yekitiya neteweyî pêk bihata, dibe ku ew qas jin û zarok nedihatin qetilkirin. Divê em li dijî şidet û mirinê bibin yek. Mînaka vê ya Rojava heye. Ev hemû jinan dixe nav kelecan û hêzeke mezin."   'DIVÊ TEQEZ HETA MEYA SOR HEBE'   Karataş diyar kir ku ji ber şer û konjonktora siyasî yekitiya neteweyî nebe nabe û ev axaftin kir: "Wekî hemû gelan kurd jî xwedî wî mafî ne ku qedera xwe diyar bikin. Berê xeta Kurdistanî dihat wêderkirin, lê em vê niha wekî xeta sor pênase dikin. Têkoşîna ku em îro şûn de bidini dê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê be."   Karataş herî dawî got ku divê jinên kurd di xaleke hevpar de bên gel hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dibe ku em li erdnîgariyên cuda bijîn, lê em jin in û tenê jin dikarin ruhê hev hîs bikin. Ji bo wê jî em di binê heman sîwanê de bên gel hev û bi hev re têbikoşin. Qedera me, êşên me û janên me wekî hev in. Werin em bi hev re tevbigerin."