Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin 2020-11-19 09:12:03 WAN - Remziye Akbal ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin, ji ber ku zarokên wê yên kur çênebûne tahde lê hatiye kirin û ji ber vê dev ji hevjînê xwe berdaye û tevî çar keçên xwe ji xwe re jiyaneke nû ava kiriye. Akbal, çendî ku derfetên wê pir tune ne jî, li ber xwe dide. Akbal bang li jinan kir ku tu carî bêdeng nemînin.  Zayendparêzî her tim yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Hele ev li welatên paşdemayî jin mecbûr in zarokên kur bînin dinê. Zarokên wan ên kur çi qasî pir bin hurmeta ji bo wan jî ew qasî zêde ye. Ji lewra di civakên nêrza de zarokên kur tê wateya berdewamiya ezbetê û ewleyiyeke jiyanê. Lewma gelek jinên ku zarokên wan ên kur çênebûne, bi tahde û zilmeke mezin re rû bi rû mane. Yek ji van jî li Artemêtan a Wanê Remziye Albak a 30 salî ye. Çîroka Albakê bêdengiya civakê tarûmar dike.    ‘BÊDENG NEMÎNIN'    Albak, di 16 saliya xwe de hatiye zewicandin. 10 salan zewicandî maye û 4 keçên wê çêbûne. Lê belê ji ber ku zarokên wê yên kur çênebûne bi tahde û zilmekê re rû bi rû maye. Gava keça wê ya çaran di hemla wê de bûye, êdî ji ber tahdeya lê dihat kirin hew îdare kiriye û dev ji hevjînê xwe berdaye. Çendî ku şert û mercên wê yên niha ne baş bin jî li ber xwe dide. Albak, ligel van şert û mercan jî bang li jinan kir ku li dijî tahdeyê bêdeng nemînin.    ‘JI BER KU KEÇ JI MIN RE ÇÊDIBÛN'    Albak, anî ziman ku gava keça wê ya çaran di hemla wê de bûye hevjînê wê dest bi tahdeyê kiriye û got: "Hevjînê min bi me re eleqedar nedibû. Guh nedida pêdiviyên me û dihat malê. Piştî keça min a çarem jî hat dinê, xwest em dev ji hev berdin. Pêşî min qebûl nekir. Lê dû re min jê re got, naxwazim dev ji zarokên xwe berdim. Piştî vê hîn bêtir tahde li min kir. Gava keça min a dawîn di hemla min de bû û bûbû 8 mehî, tahdeya wî jî zêde bû. Ji ber vê tahdeyê zaroka min zû hat dinê. Ji ber vê şidetê min bi sezeryanê keça xwe anî dinê. Mala em lê diman jî pri sar bû. Ez û sê keçên xwe û pitika xwe di wê mala sar de diman. Ji ber sermayê min nikaribû şîr bidana pitika xwe. Me rojên zor û zehmt derbas kirin. Jixwe hevjînê min bi me re eleqedar nedibû. Ji ber ku zarokên min giş keç bûn, tahde li min dikir."    NEFEQEYÊ NADE    Albak, diyar kir ku piştî dev ji hev berdane hevjînê wê ji bo dîtina zarokên xwe nehatiye mala wan û got: "Rojekê ji min re got 'Ez ji we aciz bûme. Ez ê biçim kar.' Paşê hîn bûm ku ji xwe re jiyaneke nû ava kiriye. Ez tim lê digeriyam, lê bersiv nedida. Ji ber deynên wî ji bankeyan tim hin kes dihatin mala min. Bi awayekî min xwe gihand wî. Heqaret li min kirin û telefonê girt. Min jê re got, dixwazim dev ji te berdim. Dû re min dev jê berda. Roj hebû nan jî bi dest me nediket. Qederekê xebitîm. Lê ji ber ku zarokên min biçûk bûn min dev ji kar berda. Niha nikarim debara xwe bikim. Zarokên min diçin dibistanê. Nikarin lazmatiyên wan jî bikirim. Mirovên li derdorê bi awayekî alîkariya me dikin."    Albak, detsnîşan kir ku jin divê li ber tahdeyê xwe li bêdengiyê daneynin û nehêlin kes wan bieciqîne. Albakê got: "Du salên dawî yên zewaca min bi tahde û şidetê derbas bû. Heger ez wê çaxê bîr bûbûma, deqeyekê jî nedimam. Heger min wek wî bikira min ê ji xwe re rêyek bidîta, lê zarokên min? Zarokên min bi şev tên cem min dibêjin 'axirkê tu neçûyî.' An bila mirov nezewicin an jî bila jiyana van zarokan ziyan nekin. Ez zanibim mirin jî tê de heye, ez ê bi awayekî xwedî li zarokên xwe xwedî derkevim. Sê sal berê min dev jê berda. Bi tena serê xwe debara zarokên xwe dikim. Bêyî muhtacî mêrekî bim debara zarokên xwe dikim. Jiyana min a niha bê şer û lec e. Gava zewicandîbûm, ev qasî nerihet bûm. Berê gava min nanek bixwara, êvarî dihat hesabê wî nanî dikir. Lewma divê jin xwe bi xwe li ser pêyan bisekinin. Lewra jin dikarin ji derheqê her tiştî derkevin."    MA / Ozlem Yayan - Melek Şahîn