‘Em bi hev re li ber şidetê rabin' 2020-11-19 09:13:32 DERSIM – Jinên dersimî bal kişandin ser 25'ê Mijdarê û bang li jinan kirin û gotin: "Di 25'ê Mijdarê de em pêşî li ber şidetê bigirin."  Ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê çend roj man. Jin bi boneya vê rojê ji bo bilindkirina têkoşîna jinê bang dikin.    Hîkmet Coşkûn anî ziman ku jin li her derî bi şidetê re rû bi rû dimînin û got, 25'ê Mijdarê nêz dibe, lewm divê jin li dor têkoşînê bibin xelek. Coşkûn got: "Em bi têkoşînê dikarin pêşî li ber şidetê bigirin. Hevjînên me li derve şoreşger in, xwe wekîr ewşenbîran didin der, lê li malê mêrên nêrza ne. Ez tevli gelek xebatên jinan dibim. Lê belê ji ber ku mêr naxwazin jin serwext bibin, nahêlin hevjînên wan tev li van xebatan bibin. Berê ez nikaribûm tevli 25'ê Mijdarê û xebatên din ên jinan bibim. Lê piştî ku min dev ji hevjînê xwe berda, êdî daxilî nav têkoşîna jinê dibim. Min serdestiya mêr qebûl nekir. Bang li hemû jinan dikim ku li ber van zext û zoriyan serî netewînin."    'NETIRSIN'   Bîrsen Dogan Yildirim jî diyar kir ku divê 25'ê Mijdarê tenê wekî rojekê neyê fêmkirin û got: "Li dijî şidetî taciz û tecawizê divê em xwe birêxistin bikin. Lê belê ji ber zext û zoriyên civakiyî ev yek pir pêk nayê. Em jin divê em netirsin û li dijî her cure şidetê divê em bitêkoşin."    ‘DIVÊ EM LI REFÊN PÊŞ BIN'    Sûna Çelîk jî got: "Em di serdemeke ku şidet zêde bûye de 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin. Em jin her tim hene. Em lehengine veşarî ne. Em tim di nav vê têkoşînê de bûn. Lê bi awayekî em ji hêla pergala serdest a nêrza paşdemayî man. Divê em netirsin. Divê em li refên pêş ên vê têkoşînê bin. Bang li hemû jinan dikim ku di 25'ê Mijdarê de pev re li ber şidetê rabin."