Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin 2020-11-19 13:22:13   AMED – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di panela partiya xwe ya bi mijara “Ji duh heta îro pergala hevserokatiyê" de diyar kir ku hevserokatî li ser navê wekhevî, edalet, demokrasî û mirovahiyê destkeftiyeke û ev tişt got: “Tê xwestin ku li hemberî pergala zilam jin bê heq û hiqûq bê hiştin û tênê bê hiştin û bê bêhêzkirin.”       Lîjneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP’ê, li Şaxa Jimara 1 a Egîtîm Senê ya Amedê, bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bi mijara “Ji duh heta îro pergala hevserokatiyê” panelek saz kir. Li eywana ku panel li hat lidarxistin pankartên “Hevserokatî xeta me ya sor e” û “Em pergala xwe ya hevserokatiye biparêzin” hatin daleqandin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevseroka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Berdevka Demê ya TJAY’ê Ayşe Gokan û parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Ayşe Acar Başaran û gelek jin tevlî panelê bûn.    Panelê bi nîşandana sînevîzyona ku têkoşîna jinê ya li Tirkiyeyê têde dihat vegotin dest pê kir.    ‘JIN BI SIYASETA ZILAMAN RE RÛBIRÛ NE’   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, axaftina vekirina panelê kir. Bûldan, bi silavkirina jinên siyasetmedar ên kurd dest bi axaftina xwe kir û jinên ku di têkoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Bûldan, diyar kir ku bi awayekî azad û wekhev jin di siyasetê de cih nagirin û bi siyaseta zilaman re rûbirû ne û wiha got: “Li welat demokrasî, edalet û zelalî di wekheviyê de ye. Divê jin bi awayekî aktîf tevlî siyasetê bibe. Jin tenê ew kese ku deng dide. Di heman demê de divê bi zilaman re bi awayekî wekhev bibe namzet û bê hilbijartin.”      ‘HEVSEROKATÎ BÛ MODEL’   Bûldan, destnîşan kir ku bi pergala hevserokatiyê ku di sala 2006’an de dane destpêkirin heta van rojan hatine û ev tişt anîn ziman: “Di sala 2013’an de me pergala hevserokatiyê qanûnî kir. Hem di nav xwe de hem jî di hêla siyasî ve li hemû saziyên xwe me pergala hevserokatiyê kir meriyetê.  Li Cîhanê em tekane partî ne ku pergala hevserokatiyê di şaredariyên xwe de pêk tînin. Bi vê pêkanîn û têkoşîna xwe em li Cîhanê di asteke model de ne. Hevserokatî li ser navê wekhevî, edalet, demokrasî û mirovahiyê destkeftiyeke. Tê xwestin ku li hemberî pergala zilam jin bê heq û hiqûq bê hiştin û tênê bê hiştin û bê bêhêzkirin.”   ‘NE JIDIL IN DIVÊ HESAB BIDIN’   Di berdewama axaftina xwe de Bûldan, bal kişand ser êrişên ku li hemberî jinan pêk tên û got ku di mijara reforman ku di rojên de dawîn de qal dikin AKP ne jidil e û divê hesabê polîtîkayên xwe yên ku bûne sedema tundiya li ser jinê bidin.    Piştî axaftina Bûldan panel ji çapameniyê re girtî berdewam dike.