Çîrokek xweparastinê! 2020-11-20 09:01:15 ŞIRNEX – Nebahat Îşçî ku di temenê xwe yê biçûk de hatiye zewicandin û niha tevlî kampanya TJA’yê ya “Em xwe diparêzin” bûye, diyar kir ku ji bo bi hezaran jinên tundî li wan tê kirin têdkikoşe. Di encama hişmendiya baviksalariyê de bi şêwazên cûda tundî li gelek jinan hatiye kirin. Nebahat Îşçî jî yek ji van jinan e ku bi vê rewşê re rûbirû maye. Di temenê wê yê biçûk de dayik û bavê Nebahat dimirin û ji neçariyê li gel xalê xwe dimîne.  Nebahat hê di 14 saliya xwe de ji aliyê  xalê xwe ve bi yekê qumarbaz re tê zewicandin. Piştî zewacê çîroka wê ya bi êş jî dest pê dike. Her cûre tûndî lê tê kirin. Rexmî tundiya li ser xwe jî dev ji têkoşîna xwe bernade. Niha jî di kampanyaya 'Em xwe diparêzin' de cih digire û bi aktîvîstên TJA’yê re mal bi mal digere û  ji jinan re xweparastina li hemberî tundiyê vedibêje.   BI QUMARBAZEKÎ RE DIZEWICÎNIN   Nebahat Îşçî, têkildarî vê jiyana xwe ya gelek bi êş û elem axivî û diyar kir ku di temenê xwe yê biçûk de bi kesekî qumarbaz re hatiye zewicandin û wiha got: “Min nedixwest bizewicim, lê min bi zorê zewicandin. Zarokên min çêbûn û ez di temeneke biçûk de bûm dayîk. Hevjînê min diçû qumarê dîlîst. Carna 10-20 rojan nedihat malê. Dema ku dihat malê jî ji xeynî tundiyê tiştekî din nedikir. Bi şev û roj li min dida. Zarokê me di malê de birçî diman û kesekî ku bixebite tune bû. Ji neçarî ji bo ku zarokên min ji birçîna nemirin, min wan dida cîranan û diçûm kar. Min tovên zebeşan dikeland û difirotin. Heta ku heqê kirêya min derdiket dixebitim. Gelek caran zarokên min birçî radizan. Min zarokên xwe di şert û mercên pir zehmet de mezin kirin. Gelek caran ketim nav hewldanên xwe kuştinê. Pereyê ku min dianî malê jî hevjînê min bi lêdanê ji min distand. Werîs dikir qirika min û pere ji min dixwest. Pere dibir pê qumar dilîst. Deyndar b, her roj yekî li deriyê min dixist û digotin pereyê me bidin."   REXMÎ GILIYÊ JÎ NAGIRIN   Di berdewamê de Nebahat Îşçî, da zanîn ku ji hêla hevjînê xwe ve hatiye kêrkirin û tevî hemû giliyên wê jî hevjînê wê nehatiye girtin û serboriya xwe wiha domand: “Zivistanê avahiyê ku em têde dijiyan pir sar bû. Zarokên min dicemidîn. Tenê carekî hevjînê min bi mirovane tevgeriya, pere bir û got ew ê biçe komirê bîne. Çûna wî çêbû vegera wî çênebû. Ji bo ku komirê bînê çûbû lê 10 rojan nehat malê. Bi çûyina wî re deyndaran bi ser malê de girtin. Ez ducanî bûm. Ji mi re gotin 'Yan tu dê pere bidî yan jî em ê te bikujin' Pereyê min tune bû. Wê rojê ger cîran hewara min nehatina wê min bikuştina. Ew roj jî derbas bû. Carekî hevjînê min sarinca malê xwest. Bi şev bi pora min girt û min bi erdê ve kaş kir. Ez bêhal bûm. Kêr li min xist, ez bi giranî birîndar bûm. Pişt re min îfade da polisan û gilî kir. Min ji polîsan re got 'Ev kese wê min bikuje wî bigirin'. Beriya vê bûyerê jî min gelek caran gilî kir, lê giliyên min esas nehatin girtin."   BANGA DAYIKA NEBAHAT A LI JINAN   Dayika Nebahat ku niha di kampanya TJA’yê ya “Em xwe diparêzin” de cih digire, bi lêv kir ku ew li dijî her cûre tundiyê tedikoşe û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “ Carekî xebatkareke HDP'ê bangî min kir. Ji min re got, ‘Tu dikarî li çayxaneya me de bixebitî?’ Min jî got, ‘Erê ez dikarim bixebitim’. Nêzî salekê min li partiyê de çay çêdikir. Pişt re jî derbasî beşa paqijiyê ya şaredariyê bûm. Hemû xizm û nasin me gotinên nebaş ji min re gotin. Min tu caran serê xwe netewand. Karê ku mêran nedikir min dikir. Karê ku jin dike, zilam tu car nikare bike. Min li ber xwe da û ez nemirim. Niha ez li gel TJA'yê di nav xebatên kampanyaya “Em xwe diparêzin” de cih digirim. Ez mal bi mal digerim tiştên ku hatine serê min ji jinan re vedibêjim û ew jî ji min re vedibêjin. Niha ez ne tenê ji bo xwe,  ji bo bi hezaran jinên ku rastî tundiyê tên tedikoşim. Divê em jin bixwazin û dev ji têkoşînê bernedin. Bangawaziya min ji jinan ew e ku bila bên em bi hevre li dijî her cûreyê tundiya mêr xwe biparêzin.”   SIBE: Têkoşına sê xwişkên kurd    MA / Zeynep Dûrgût