Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin 2020-11-21 09:09:42 ENQERE - Salîhe Sevdî û Aygul Çîftçî ku çend sal berê ji Wanê koç kirine û li Enqereyê hev du nas kirine, niha di heman tendûrê de nan dipatin û pê debara xwe dikin.  Salîhe Sevdî û Aygul Çîftçî ku çend sal berê ji Wan’ê koç kirine. Her du jin li Enqereyê hev du nas dikin. Ji ber pandemiyê di warê aborî de zehmetiyê dikşînin. Ji ber vê biryar girtine ku nanê tendûrê çêbikin. Her du jinên ku çand û edeta xwe ya li warê xwe hîn bûne, niha li Enqereyê didomînin. Sevdî û Çîftçî, ji bo debara xwe bikin nanê tendûrê dipatin û difiroşin. Her çi qas her du jin, li Wanê di tendrên biax de nan çêdikirin jî lê belê ji ber ku li Enqereyê ev derfet bi dest wan neketiye, lewma bi sêlê ji xwe re tendûr çêkirine. Her du jinên kedkar ji bo vê dibêjin: “Me li ba sûriyeyiya dît. Hema ji vê piçûktir bû. Me jî ew teqîb kirin û me ji xwe re çêkir. Ev tendûr bi gazê vêdikeve.”   Sevdî û Çîftçî, tevî malbatên xwe li navçeya Mamak a Enqereyê dimînin. Her du jin heba nanê ku dipahtin bi bî lîre û nîvê difiroşin. Ji navçe û derdorên Enqereyê, gelek kes ji bo nanê tendûrê tên Mamakê. Her du jin rojê li dor 200-300 nanî dipehtin.    Salîhe Sevdî û Aygul Çîftçî qala karê xwe û sedema koçberiya xwe kirin.    ‘EM JI MECBURÎ HATIN ENQEREYÊ’   Aygul Çîftçî ku 9 sal berê koçî Enqerê kiriye, anî ziman ku ji neçarî hatine Enqereyê û got: “Merivê me hemû hatin Enqerêyê, zarê me jî hatin. Paşê jî em hatin. Zarê me di karê avahiyan de dixebitin. Li gund karê me hebû. Paletî jî hebû, em dixebitîn jî. Li gund karê me baş bû. Kêf kêfa me bû. Lê piştî demekê, hew qediya û em hatin vê dera. Min li gund jî nan lêdixist. Lê li vir jiyanek wiha tune ye. Li vir cîranî jî tune ye. Tu diçî li derî dixî, carinan vedikin, carinan venakin. Me bixwe bi serê xwe kir û em ji mecbûrî hatin vî welatê xerîb. Lê dîsa ya baş ew e ku me li van deran mirovên ji warê xwe dîtin û em niha bi hev re dixebitin.”   JIN Û XEBAT   Çîftçî ku got “Xebata jinê tiştekî baş e” bal kişand ser keda û xebata jinê û domand: “Perê xwe bixwe qezenc dike. Mesrefa malê û ya metbaxê pê dikirin. Zehmetiyê nakişînin. Dilê me çi bixwaze em diçin dikirin. Em êdî li heviya kîsikê mêran namînin. Berê çavê me li cêva wan bû. Car hebû didan car jî hebû nedidan. Carinan jî tune bû. Mesrefa bajaran jî zor e. Carinan pereyê xwe jî nedigirtin. Em vî karî dikin, êdî hem dikarin zarê xwe jî pê bidin xwendin û hem jî mesrefa mala xwe jî bikin."    ŞERT Û MERCÊN KARÊ WAN   Çîftçî qala şert û mercê karê xwe jî kir û got: “Em niha hetanî nîvro dixebitin. Paşê jî diçin malê karê xwe dikin. Car heye em hin rojan naxebitin, bêhna xwe vedidin. Gava roj dirêj bûn em saet di 7-8'ê sibehê de dihatin û me hevîrê xwe distra û em diçûn me karê malê dikir. Me taştê dixwar û paşê em car din dihat, me nan dipeht heya 5-6’ê êvarê. Niha ji ber ku roj kin bûne, bi şev em di 12’an de tên hevîrê xwe dikin. Dinixêfin, sibehê saet di 8’an de tên nan dipêjin.”   PIŞTÎ VÎ KARÎ JIYANA WÊ XWEŞTIR BÛYE   Salîhe Sevdî jî ku hevjînê wê karê avahiyan dike, 9 sal berê koçî Enqereyê kiriye.    Sevdî qala sedemên koçberiyê kir: “Hevserê min dihat li vir 2-3 mehan dixebitî û piştre dihat welêt. Me wî pereyê ku qezenc dikir dixwar û cardin diçû Enqereyê. Tune bû. Ji bo xebatê em hatin vira. Em di kirê de ne, jiyan zor e. Hemû tişt pir biha ne. Di malekê de nabe ku tenê kesek bixebite."    Sevdî da zanîn ku sermiyana wan tune ye û got: “Piştê min dest bi vî karî kir jiyana min zaf xweş bû. Dema ez nedixebitîm min li destê mêr dinêrî. Gelo bide min an wê nede min. Pereyê me di cêva me de ye. Em çi bixwazin, dilê me çi bixwaze bêminet, bêyî em li destê mêrê binêrin em diçin tînin."    MA / Zemo Aggoz