Bangawaziya ji bo 25'ê Mijdarê: Em bibin Mîrabel û dakevin qadan 2020-11-21 09:17:26 STENBOL – Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê dê bi dirûşmeya "Bila dengê me olan bide, em ji bo hev dakevin kuçeyan, li dijî şideta dewleta mêr di îsyanê de ne" li Kadikoyê çalakiyekê li dar bixe.    Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê ku zêdetirî 30 rêxistinên jinan di nav de cih digirin, dê îsal bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê bi dirûşmeya "Bila dengê me olan bide, em ji bo hev dakevin kuçeyan, li dijî şideta dewleta mêr di îsyanê de ne" li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê çalakiyekê li dar bixe. Jin dê saet di 7'ê êvarî de li îskeleyê bên cem hev du.    Endama Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê Sevîl Dogan, ji bo çalakiya ku dê li dar bixin bang kir.    Dogan, diyar kir ku li çar hawirdorê cîhanê jin ji bo xwedî li keda xwe, nasname û bedena xwe derkevin têdikoşin û got, ji bo bijîn li ber xwe didin. Dogan, destnîşan kir ku li hemû qadên jiyanê konsepteke êrîşê heye li dijî jinan û got, li hemberî vê jin berxwedanê birêxistin dikin.    KRÎZA PERGALÊ    Dogan, destnîşan kir ku li seranserê cîhanê pergala kapîtalîst û emperyalîst di nav krîzeke nebirêvebirinê de ye û got, ev yek herî zêde jinan hedef digire û dibe sedem zêdebûna êrîşan. Dogan, bilêv kir ku li Tirkiyeyê jî heman rewş heye û got: "Dixwazin pergaleke ku jinan bi tevahî têxin bin serdestiya xwe biafirînin."    XWEPARASTIN LI DIJÎ ÊRÎŞAN    Dogan, diyar kir ku tişta herî girîng ku divê jin têxin rojeva xwe xweparastin e û got: "Ji lewra êrîşa heyî, êrîşeke pri dorfireh e. Em mecbûr in têkoşîna rêxistinbûyî nîqaşbikin, li dijî vê êrîşê. Ev jî bi xweparastin û têkoşîan rêxistinbûyî pêkan e. Em jin divê ji niha pê ve xweparastinê û rêxistinbûyînê têxin rojeva xwe û bi vê perspektîfê xeta têkoşînê xurt bikin."    Dogan, bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê jî û got: "25'ê Mijdarê ji bo me daketina kuçeyan û li dijî hemû êrîşan Mîrabalbûyînê îfade dike. Komkujiya wê çaxê hat kirin û yên niha tên kirin, wekhev in. 25'ê Mijdara îsal Mîrabalbûyînê îfade dike. Mîraballî li dijî dîktatoriyê, li dijî êrîşên li hemberî jinan rêxistinbûyîna hêrsa me li me ferz dike."    BANGAWAZΠ   Dogan, da zanîn ku dê di 25'ê Mijdarê de bi dirûşmeya "Bila dengê me olan bide, em ji bo hev dakevin kuçeyan, li dijî şideta dewleta mêr di îsyanê de ne" dakevin qadan û ji bo çalakiya ku dê saet di 7'ê êvarî de li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê li dar bixin bang li hemû jinan kir.