Jinên DAD’î banga 25’ê Mijdarê kirin 2020-11-21 16:01:39   STENBOL – Jinên endamên DAD’ê diyar kirin ku ew ê dest ji mafên xwe bernedin û bi piştevaniyê wê jiyana xwe biparêzin û ji bo 25’ê Mijdarê jinan hemû vexwendin qadan.    Jinên endamên Komeleyên Demokratîk ên Elewî (DAD) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de li avahiya xwe ya li Taxa Gaziyê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka DAD’ê ya Şaxa Stenbolê Nergiz Guzel axivî û diyar kir ku ew ji Lîlîthê heta îro li ber tundiya zilam û dewletê radibin û jinan hemû nivîsandina dîroka xwe domandin. Guzel anî ziman ku jinan jiyanê ava kiriye û ew ê dest ji mafên xwe bernedin û bi piştevaniyê wê jiyana xwe biparêzin. Guzel da zanîn ku gelek mafên jinan hatine desteserkirin û û ew ê jî wek xwîşkên hev Mirabel li ber xwe bidin. Guzel ji bo 25’ê Mijdarê jî jinan hemû vexwend qadan.