Piştî VAKAD hat girtin pirsgirêkên jinan zêde bûn 2020-11-22 09:06:40   WAN - Yek ji avakara VAKAD'ê Zozan Ozgokçe, anî ziman ku di vê serdemê de pirsgirêkên jinan zêde bûne û jinên diçin qereqolê jî bi pirsên wekî "tu hatî çi?" re rû bi rû dimînin.    Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) 4 sal berê bi KHK'ê hatibû girtin. Piştî komele hat girtin jî endamên komeleyê dev ji xebatên xwe bernedan û her tim piştgiriya jinên mexdûr kirin. Yek ji avakarên komeleyê Zozan Ozgokçe bbal kişand ser pirsgirêkên ku li bajêr jin bi wan re rû bi rû dimînin.    4 SAL IN DIXEBITIN    Ozgokçe, destnîşan kir ku piştî bi KHK'yan komeleyên jinan hatin girtin, şideta li hemberî jinê jî zêde bûye û got, ji ber ku komele tune ye pir nikarin piştgiriyê jî bidin. Ozgokçe, bal kişand ser pêvajoya hiqûqî ya derbarê girtina VAKAD'ê jî û got, di vê pêvajoyê de endamên komeleyê hedef hatine girtin û tim ketine nav nahpikên darazê. Ozgokçe, destnîşan kir ku çendî ku komele hatibe girtin jî dev ji têkoşîna jinê bernedane û di vî 4 salî de her tim hewl dane ku alîkariya jinan bikin û jinên serî li wan dane jî yeko yeko bi wan re eleqedar bûne.    Ozgokçe got: "Helbet bi awayekî sazîyî eleqedarbûna bi jinan re cuda bû. Mesela, çend roj berê jineke penaber serî li min da. Bi şideteke dijwar re rû bi rû maye. Zilamê zewicandî rabûye dest daniye ser pasaporta jinikê. Tahde lê kiriye û gefan lê dixwe. Ev jinik gava komele nehatibû girtin dihat me di warê derûnî û hiqûqî de piştgiriya wê dikir. Heta me cihê mayînê jî peyda dikir. Lê niha em zehmtiyê dikişînin."    ‘KÊMASÎ HENE'    Ozgokçe, anî ziman ku berî ku komele bê girtin li bajêr û herêmê çi cinayetên jinan çêbûbûna haya wan jê çêdibû û got, tevî malbata jinên dihatin kuştin doz dişopandin û alîkariya wan dikirin. Ozgokçe, bilêv kir ku lê mixabin niha di dest wan de ev derfet tune ye û got: "Mixabin ji ber ku niha di warê saziyî de di dest me de derfetek wiha tune ye, di warê jinan de kêmasî hene. Ji lewra me bi argumanan polîtîkayek hildiberand. Ji bo destkeftiyên jinan girîng bû. Lê ev zemîn ji dest me standin. Ev yek ji bo jinan nebaş bû."    Ozgokçe, bal kişand ser pirgsirêkên jinên ku piştî komele hat girtin û serî li qereqolan didin jî û got: "Berê me guh li jinên dihatin navenda piştevaniyê yan jî stargehê dikir, me derbarê saziyan de agahî werdigirtin. Em hîn dibûn bê ka kîjan sazî ji bo jinan çi dike û çawa nêzî jinan dibe. Me li gor vê ji xwe re rêyek peyda dikir. Me daxuyaniyên çapemeniyê didan û me çalakî li dar dixistin. Lewma ji têkoşîna me ditirsiyan. Lê belê niha li wan rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan nemane. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên mezin."    Ozgokçe got: "Jinên ku serî li qereqolê didin, dmeeke dirêj tên sekinandin û dixwazin jinan qaneh bikin. Her wiha jinên diçin qereqolê, pirsa 'tu ji bo çi hatiyî' ji wan tê kirin. Gava VAKAD hebû me mudaxileyî tiştên wiha dikir û me gelek tişt diguherandin. Lê belê niha kesên li qereqolan dixebitin hemû guherîne û pêkanînên wan jî wekî yên berê dewam dikin."    BANG LI JINAN KIR    Ozgokçe, destnîşan kir ku ji ber van pirsgirêkan divê jin hîn btir xwe birêxistin bikin û got: "Her jin divê bi xwe bawer be û nehêle bê eciqandin. Divê hay ji mafên xwe hebe. Heger li apardûmanekê 3 jin rêxistinkirîbin, ev tiştekî pri girîng e. Heger em xwe birêxistin bikin, em ê karibin ji derheqê şidetê derkevin."