Guney: Jinnews wê hebe û dê gotina xwe bibêje 2020-11-22 09:15:09   AMED - Heya niha gelek caran malpera jinnewsê hatiye astengkirin. Edîtora jinnewsê Ayşe Guney bertek nîşan da û got: “Li dijî tundî, tecawiz, pişaftin, bênasnametiyê û qedexeyan çi qas jin vîna xwe biparêzin û gotinên xwe bibêjin wê jinnews jî hebe, hebûna xwe bidomîne û dê gotina xwe bibêje.”   Ajansa jinnewsê ya bi zimanê kurdî, tirkî, ingîlîzî û erebî weşanê dike, ji 25’ê Îlona 2017’an an ku roja destpêka weşana xwe heta niha 14 caran rûpela wê hatiye astengkirin. Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanîstî (BTK) bi hinceta hin nûçeyên hatine weşandin rûpela jinnewsê di mehekê de 3 caran asteng kir. Ajansa ku gelek caran zext lê tên kirin, nûçegihanên wê tên binçavkirin û girtin, herî dawî edîtora wê ya serwîsa kurdî û rêvebera PEN’a Kurd Roza Metîna hat binçavkirin. Edîtora Jinnewsê û Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney derbarê zext û astengkirinên li ser ajansa wan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   Guney, diyar kir ku astengkirina rupela ajansa wan girêdayî zêxtên desthilatdariyê yên li ser jinê ye û got: “Nêzî saleke desthilatdariyê bi temamî jin kirine hedef û bi binçavkirin û girtinan zextê li saziyên jinan dike. Astengkirina ajansa me jî perçeyekê vê yekê ye. Rastiya desthilatdariyê ya ji ber berxwedana tevgera jinê ketiye nav fikarê li hemberî me heye. Ji ber wê yekê hewl didin qadên nûçegirtinê û xweafirandina jinan ji holê rakin. Lewma li gor me, di mehekê de sê caran astengkirina ajansa me, girêdayî vê yekê ye."    ‘NAXWAZIN DENGÊ JINÊ WERE BIHÎSTIN’   Guney, bibîr xist ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan nêzîk dibe û wiha axivî: “Jinan li qadan çalakiyên gelek girîng derxistin holê û gotinên xwe zêde kirin. Em jinnews jî em ê careke din gotina jinan bilind bikin. Wê dengê jinê were bihîstin. Çi bikin bila bikin, em ê dev ji vê rêyê bernedin."    'WÊ NIKARIBIN ÇAPEMENIYA JINAN ÇAVTIRSSANDÎ BIKIN'    Guney, da zanîn ku di demên dawî de girtin û binçavkirina jinan zêde bûye û rojnamevanan jî para xwe ji vê yekê girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî em rojnamevanên heremê para xwe ji binçavkirinan digirin. Edîtora me ya serwîsa kurdî û rêvebera PEN’a Kurd Roza Metîna jî hat binçavkirin. Divê mirov vê operasyonê bi awayekî berfireh wergire dest, ji ber ku operasyon li KCD’ê hat kirin. Gotinên kurdan ên bi hev re, derxistina holê ya çanda xwe, li hemberî pişaftinê têkoşîna bi hev re û sekna wan ya aşitiyane dibe bersivek esas. Hevala me jî di vê çarçoveyê de hat binçavkirin. Di heman demê de peyameke li dijî nûçegihanî û têkoşîna jinê."   Guney, diyar kir ku dê çapemeniya bi binçavkirina têk neçe û got: "Em jinnews çi bibe bila bibe, dê sekna me ya li hemberî vê bidome."    ‘JINNEWS WÊ GOTINA XWE BIBÊJE’   Guney, destnîşan kir ku di serî de têkoşînan jinên kurd û bi giştî jî têkoşîna hemû jinan didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî her roj, 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê jin li qadan, kolanan, medya civakî û meclîsê gotinên xwe dibêjin. Li tu deran em li paş nasekinin. Li dijî tundî, tecawiz, pişaftin, bênasnametî û qedexeyan çi qas jin vîna xwe biparêzin û gotinên xwe bibêjin wê jinnews jî hebe, hebûna xwe bidomîne û gotina xwe bibêje û bilind bike. Bi temamî bigirin jî em ê rêya xwe bi awayekî bidomînin. Çi dibe bila bibe wê dengê jinê were bihîstin û bilindkirin."    MA / Eylem Akdag - Fahrettîn Kiliç