Jin xwe ji bo meşa 25’ê Mijdarê amade dikin 2020-11-23 09:04:51 WAN - Aktîvîstên TJA’yê, ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Wanê pêk bînin de banga tevlîbûnê kirin û gotin: “Em jî li dijî tecawîz, tacîz û îstîsmara zarokan dimeşin. Em hemû kesan vedixwînin qadan.” Kampanyeya “Em xwe diparêzin” a Tevbera Jinên Azad (TJA) di 15’ê Îlonê de dest pê kir, derbasî beşa xwe ya sêyemîn dibe. Jin di çarçoveya kampanyayê de, li Wanê taxan ziyaret dikin, bernameyên atolye û fîlman lidar dixinû ji bo çalakên cuda tên gelhev. Jinên ku xebatên beşa sêyemîn a kampanyayê dewam dikin, xwe amade dikin ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan dakevin qadan.    Aktîvîsta TJA’yê Dîlan Yildiz û Hevşaredara Qelqeliyê ya ku qeyûm tayînê cihê wê hat kirin û ji peywirê hatibû girtin Dîlan Orencî, ji bo meşa di 25’ê Mijdarê de li dar bixin, banga tevlîbûnê kirin.    ‘EM JINAN VEDIXWÎNIN QADAN’   Dîlan Orencî, bal kişand ser tundî û komkujiyên li dijî jinan û wiha axivî: “Zilamên bersûc ji dewletê hêzê digirin. Ji xwe helwesta darazê jî li holê ye. Di sala bloka AKP û MHP’ê de tundî, tacîz û tecawîzên li dijî jinan zêdetir bûn. Lê emê her  tim li dijî vê yekê li qadan biqîrîn. Em vê baweriyê de ne. Em ê di 25’ê Mijdarê de saet 12.00’an li ber avahiya Navçeyê ya Rêya Armûşê meşekê li dar bixin. Em bang li hemû jin û ciwanê li dijî tundiyê tevdigerin, vedixwînin vê meşa xwe. Em bawer dikin ku bi piştevaniyê, emê karibin bi hevre vê hişmediya zilmkar û serdest bin bixin. Bi hêza piştevaniyê emê qezencên xwe zêdetir bikin. Ji ber vê em hemû kesî vedixwînin qadan.”    ‘PIŞTEVANÎ DIDE QEZENCKIRIN’   Aktivîsta TJA’yê Dîlan Yildiz jî, kampanyeya “Em xwe diparêzin” a dabûn dest pê kirin bibîr xist û wiha bilêv kir: “Me di 15’ê Îlonê de deset bi kampanyayê kir. Di çarçoveya kampanyayê de, em li dijî tundiya li ser jinê têkoşîna xwe bi rêve bir. Her roja diçe komkujiya jinê zêdetir dibe. Bi berxwedan û rêxistinbûyînê encex em karibin li dijî vê yekê derkevin û komkujiya jinê ji holê rabikin. Divê êdî em karibin bêjin ku ‘Emê êdî nekirin.’ Jinên ku di hemû qadan de tune tên hesibandin, ji bo ku cardin bikarin bikevin van qadan me gelek xebat birêve birin. Ev xebatên me dewam dikin.”    ’MEŞA 25’Ê MIJDARÊ’   Yildiz, da zanîn ku ew ê di 25’ê Mijdarê de meşekê li dar bixin û ev bang li jinan kir: “Em li bendêne ku ji bajarên herêmê tevlîbûn çêbe. Em dixwazin hemû jin mil bi mil di vê têkoşînê de cih bigirin. Ji bo vê em li bendêne ku hemû jin tevlî meşa me ya li ber avahiya Navçeyê ya Rêya Armûşê bibin. Meşa me wê bi pêşengtiya TJA’yê bê lidarxistin. Emê li dijî tacîz, tecawîz û îstîsmara zarokan di 25’ê Mijdarê de bimeşin. Em banga piştevaniyê û têkoşîna yekgirtî li hemû jinan dikin.”