Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an: Em zêdetir bi biryarin 2020-12-07 12:53:32   STENBOL - 12 tor û platformên jinan ên ji sazî û dezgehên jinan pêk tên, ji bo ku balê bikişînin ser cudakarî, tundî, zor û zehmetiyên aborî û binpêkirinên mafên mirovan yên li tevahiya cîhanê rastî tên, lihev kom bûn û Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an weşandin.    12 tor û platformên jinan ên ji saziî û dezgehên jinan pêk tên, bi armanca balê bikişînin ser cudakarî, tundî, zor û zehmetiyên aborî û binpêkirinên mafan ên jin li tevahiya cîhanê rastî tên, kom bûn û Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an weşandin. 12 tor û platformên jinan, ji hezar sazî û dezgehên jinan pêk tê û Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) cihê xwe di navê de digire.   Di deklarasyonê de, hat gotin ku li tevahiya cîhanê, jin rastî hemû cudakarî, tundî, zextên aborî û binpêkirinên mafên mirovan tên û mafê wan bûye mijara bazarê.    Di dewama deklarasyonê de, wiha hat gotin: “Ev cîvana navneteweyî ya jinan di 15’ê Cotmeha 2020’an de, hat lidarxistin û EŞÎK’ê malovahiya wê kir. Ji Ewropa û Emerîqaya Bakur, bi giştî ji 15 welatan 170 jin beşdarî civînê bûn û êrîşên li dijî Peymana Stenbolê hatin nirxnadin.”       Çend xalên Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an wiha ne:    * Binyatên baviksalar, polîtîkayên neolîberal, rêveberiyên otorîter, artêşparêz û şerên heyî, ev demek dirêje, mafê jinan û zarokên keç binpê dikin û jiyana wsan dixin talûkê.    *Rewşa şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) krîzên xizantî, bêkarî û guhertina xwezayê hîn zêdetir kûrtir kir û ev jî bûn sedem ku jin zêdetir zirarê bibînin.   EM DAXWAZÊN XWE ISRAR DIKIN    *Divêhemû saziyên dewletan, saziyên taybet û saziyên civaka sivîl, li gorî mafê mirovan ên bingehîn û rûmeta mirovan bi awayekê wekhev tevbigerin.   *Divê hemû hikumeta, bi rêxistinên jinan re tevbigerin û mafên jinan û zarokên keç ên aborî, siyasî, civakî, çandî, zayendî û hilberînê biparêzin û wekheviya zayendî ya civakê ava bikin.   *Di serî de Peymana Stenbolê, Platforma Çalakî ya Pekînê, CEDAW û Peymana Mafê Zarokan, hemû belgeyên mafên mirovan, ji aliyê dewletan ve bên qebûlkirin û bi cih anîn.”