Jinan li Êlihê bang kirin: Em ê destûra niximandina bûyerê nedin 2020-12-07 13:03:31   ÊLIH – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran têkildarî destidrêjiya li Kercewsê got: “Nexasim em ê destûra niximandina bûyerên bi vî rengî ku bi destê hêzên dewletê pêk hatiye nedin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Êlihê li Hewşa Sendîkaya Petrol-Îşê ya Şaxa Êlihê daxuyanî dan çapemeniyê û bertek nîşanî destdirêjiya ser zaroka 15 salî ku li Navçeya Kercewsa Êlihê pêk hat da. Berdeka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.   ‘HEKE ORHAN BIHATA CEZAKIRIN EV BÛYER PÊK NEDIHAT’   Hevseroka Rêxistina Navçeya Navendî ya HDP’a Êlihê Gurbet Dogan daxuyanî xwend û destnîşan kir ku berdana çawişê pispor Mûsa Orhan ê destdirêjî Îpek Er kiribû û bûbû sedema kuştina wê rê daye ku bûyera Kerdewsê bi xwe re bîne û hêzên dewletê bi feraseta “jixwe ez bikim jî tiştek bi min nayê” tevdigerin û ev nîşaneya vê yekê ye. Dogan got piştî her bûyera tacîz û destidirêjiyê daxuyaniyên rayedaran bandorê li ser van bûyeran dikin.   ‘DAXUYANIYA RAYEDARÊN DEWLETÊ HÊZÊ DIDE TECAWIZKARAN’   Pişt re Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran jî axivî û destnîşan kir ku îqtîdara AKP’ê dike ku her roj tundî û destdirêjiya li ser jinan û kuştina jinan zêde bibe û wiha got: “Ev daneyên kuştinê û destidirêjiyê her roj zêde dibin. Her sibeh em bi agahiya kuştina û destdirêjiyê re ji xewê şiyar dibin. Em hatine wê astê ku bûne civakek ku bi îstîsmarkirina zarokan ji xewê şiyar dibin. Li Kurdistanê ev polîtîkaya kirêt bi zanebûn tê birêvebirin û em di ferqa vê yekê de ne. Beriya niha jî li navçeya Qûbînê ya Êlihê Îpek Er bi destdirêjiya çawişê pispor Mûsa Orhan re rûbirû mabû û jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê Mûsa Orhan ê bû sedemê mirina Îpekê tenê hefteyek di girtîgehê de ma. Ji derê pêş ve ket hepsê û ji deriyê paş ve derket. Ji destê rayedarên îqtîdarê û Wezîrê Karên Navxweyî çi hat kir û wî dan berdan. Her wiha daxuyaniyên ku jin û zarokan bikin armanc dan.”   ‘DIXWAZIN SER BÛYERÊ BIGIRIN’   Başaran bertek nîşanî biryara veşartina ku danîne ser dosyeyê jî da û got: “Çawa ku di bûyera Îpek Er de biryara nepeniyê danîn û her tiştî kirin niha dixwazin di bûyera Kercewsê de tiştên ku kirine bincil ango biniximînin. Ji bo meseleyê veşêrin, qedexeya weşanê anîn ser nûçeya bûyerê. Her wiha hevala me ya nûçegihana JinNews’ê ku nûçe çêkiriye jî li Kercewsê bi gefa hêzên dewletê re rûbirû maye.”   ‘EM Ê DESTÛRA NIXIMANDINA BÛYERÊ NEDIN’   Başaran bertek nîşanî binçavkirin û ango kesên gotine “Li Kercewsê çi diqewime?” kirine armanc da û wiha got: “Lê belê em li vir carek din bang dikin û dengê xwe bilind dikin; Em ê destûrê nedin niximandina dosyeya tundiya li ser jinan, dosyeyên îstîsmarkirina zarokan. Nexasim em ê destûra niximandina bûyerên bi vî rengî ku bi destê hêzên dewletê pêk hatiye nedin. Em ê bêdeng nemînin û netirsin.”