'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’ 2020-12-14 09:04:07 ÊLIH - Berdevka TJA’yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, diyar kir ku divê bûyera Îpek Er a li Qûbînê û bûyera tecawîza zaroka 15 salî ya li Kercewsê hatin jiyîn, ji hev cuda neyin dest girtin û got: “Polîs, esker û cerdevan bi hêza ku ji dewletê digirin, dixwazin bûyerên tecawîz û tacîzan asayî bikin. Lê emê destûrê nedin vê yekê.” Hîna dengvedana bûyera keça 18 salî Îpek Er a ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê ji ber tecawîza Çawişê Pispor Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî û berdana bersûcê wê Orhan dewam dikir, vê carê jî hat îdîakirin ku li navçeya Kercewsê ya Êlih, polîs, esker û cerdevan jî di nav de, 27 kesan tecawîzî zaroka 15 salî kirine. Ev her du bûyerên tecawîzê, di nava civak û raya giştî rastî hirs û bertekên mezin hatin.    Ligel van bertekan jî, polîs, esker û cerdevanên tevlî van bûyerên tacîz û tecawîzên bûne, ji aliyê daraz û rayedaran ve tên parastin, lê ji aliyê raya giştî ve weke sûcdar tên dîtin.    Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Êlihê Gulîstan Sonuk, derbarê van bûyeran de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Sonuk, diyar kir ku bi taybetî wan li dijî bûyerên tacîz, tundî û tecawîzê dest bi kampanyeya “Em xwe diparêzin” kirin û wiha behsa girîngiya kampanyeya xwe kir: “ji bo teşhîrkirin bûyerên tacîz û tecawîzan kampanyeya me pir girînge. Bi vê kampanyayê jin bertekên xwe nîşan didin.”   DEWLET Û TECAWÎZ   Sonuk, bal kişand ser polîtîkayên bi destê dewletê tên pêşxistin û wiha bilêv kir: “Bûyerên tecawîzê yên ku navê hêz asayîşê jî tê de derbas dibin, li qereqolan tên veşartin. Bûyerên dibin malê civak û raya giştî jî, vê carê yan ji aliyê dozger an jî ji aliyê dadgehan ve tên veşartin. Ji roja ku Komar hatiye avakirin ve ev polîtîkaya dewletê heye.”   Sonuk, bi bîr xist ku di bûyera navçeya Kercewsê de navê 27 kesan derbas dibe û wiha pê de çû: “Tê gotin ku di nava van kesan de çawişê pispor, cerdevan û polîsên trafîkê hene. Ev karmendên dewletê ne û bi hêza ji dewletê digirin vî karî dikin. Vê bûyerê cardin bûyera Îpek Er anî bîra mirovan. Em difikirin ku li Êlihê konsepteke taybet heye. Ji ber ku ev careke, ne jî du care…”   ÎPEK ER Û BÛYERA KERCEWSÊ   Sonuk, dest nîşan kir ku ji ber ku Mûsa Orhan nehat cezakirin ev bûyer li Kercewsê hat jiyîn û wiha rêz kir: “Ev ne tesadufe. Ger Mûsa Orhan nehatiba berdan, îro ev bûyer rû ne dida. Bûyerekê tecawîzê li holê heye, asteng kirin heye û ber bi întîxwarê ve birin heye. Ev hemû delîlên şênberin. Di heman demê de nameya Îpek a şûn xwe de hiştibû heye. Ligel van hemû delîlan jî Mûsa Orhan îro ne girtî tê darizandin û ev berhemam konsepteke şerê taybete. Di bûyera tecawîzê ya li Kercewsê de jî navê hêzên asayîşê derbas dibe. Niha ev diparêzin. Dozgerê Êlihê ji bo vê bûyerê biryara qedexeay weşanê da. Kesên li ser vê bûyerê diaxivin û ev bûyer ronî kirin, hatin tehdîtkirin. Li şûna derbarê bersûc û berpirsiyaran de dest bi lêpirsînê bikin, Wezîrê Karê Hûndir kesên ev bûyer derxistin holê tehdît kirin. Wezîrê Karê Hûndir û Wezîrê dadê ger bi awayekê rast erka xwe bi cih bi aniyan, wê ev bûyer derketina holê.”   DI BÛYERA KERCEWSÊ DE ÎDÎAYÊN NÛ    Sonuk, dest nîşan kir ku ew hînbûn ku bûyera li Kercewsê, bûyereke ku bi salane dewam dikeye û wiha dewam kir: “Behsa çetekeye ji 27 kesan pê tê, tê kirin. Tê îdîakirin ku zaroka 15 salî berê jî, du caran ducanî bûye û ev cara sêyemîne ducanî dibe. Ev bûyer hovaneye. Sergirtina vê bûyerê, tê wateya amadekariya bingeheke sûcek din a bi vî rengî. Lê emê destûrê nedin asayîkirina bûyerên tacîz û tecawîzan. Me bi kampanyeya xwe ya ‘Em xwe diparêzin’ gelek bûyerên tacîz û tecawîzan derxistin holê. Kes nikare pişta xwe bi darazê, dewletê, rayedaran û hêzên asayîşê gerim bike û li Kurdistanê bûyerin wiha hovane bide jiyîn. Emê tu carî vê yekê qebûl nekin. Li Kurdistanê, bi destê dewletê, bi hezaran car bûyerên tecawîzê hatine jiyîn û em bi çanda tecawîzkirinê re rû bi rû ne. Dixwazin têgîna ku wê ev wisan dewam bike, di civaka me de bidin avakirin. Lê emê van kir û polîtîkayan tu carî qebûl nekin. Berdêla wê çi dibe bila bibe emê bikin.”   MA / Fethî Balaman