Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir 2020-12-14 14:44:33   ÊLIH – Li Êlihê, zilamekî êrişî jineke ducanî ku li peyarêyê dimeşiya kir.   Li taxa Bahçelîevlerî ya Êlihê, zilamekî êrişî jina bi navê G.G. a ducanî ku li peyarêyê dimeşiya kir. Zilam bi kulm pihanîn jina ducanî derp kir û ji cihê bûyerê reviya. Welatiyên li hawirdorê li hewara jina ducanî çûn û alîkariya wê kirin. Piştre komên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê jina ducanî bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Hat diyarkirin ku rewşa jinê êriş li hat kirin û pitika wê baş e.