TJA’yê biryara berdewa kampanya xwe da: Rojeva me ya sereke tecrîd e 2020-12-22 11:12:15   AMED – Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku wê kampanya xwe ya “Em xwe diparezin” ji ber grevên birçîbûnê ku li dijî tecrîdê hatine destpêkirin, êrişên zêde bûne û polîtîkayên pişaftinê bidomînin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), kampanya xwe ya 4 mehan a “Em xwe diparezin” ku li dijî tacîz, tecawiz, îstismara zarokan, qetilkirina jinan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, wê di serdema nû de jî berdewam bike. Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, têkildarî berdewamkirina kampanya wan, diyar kir ku ji ber êrişên topyekûn, kûrkirina tecrîdê û destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê ya girtîgehan biryara berdewamkirina kampanyayê dane.    HEM BI JINAN RE HEM JÎ BI ZILAMAN RE HAT NÎQAŞKIRIN   Bîlgîn, da zanîn ku di nav 4 mehan de li deriyê gelek jinan dane, ji wan re xweparastinê vegotine û fersenda nîqaşkirina zihniyeta baviksalarî û zilamtiyê ya bi jinan re dîtine û wiha got: “Me bi jinan re li ser rolên ku ji wan re hatine diyarkirin nîqaşan kir. Rastiya şer jinûve pênase kir, qetilkirina xwezayê ya li herêmê, têkiliya di navbera xweza û jinê de û çawaniya parastina xwezayê nîqaş kir. Me çanda tecawizê û hewldana belavbûna çanda tecawizê vegot. Çarçoveya hevjiyana azad a jin û zilam nîqaş kir. Em bi zilamên ku tundî li wan hatiye kirin re jî axivîn. Me bi çavên xwe dît ku çawa tundî li jinên ku me li derê wan da hatiye kirin. Jinekê, bi tiliya xwe nişana ‘hiş bin’ da me û derê xwe nîvî vekir û tundiya ku li hundir lê hatiye kirin ji me re vegot. Me weke rizgarker dît û xwe avêt me. Me jî xebatên xwe li ser wê jinê û jinên mîna wê domand.”    ‘HIQÛQA DIJMINANE’ Û BÊCEZAHIŞTIN    Bîlgîn, derbarê bûyerên îstismar û tecawizê yên di demên dawîn de ku faîlên wan polis û leşkerên de jî axivî û têkildarî mijarê ev tişt got: “Zimanekî şer û hêzên leşkerî ku timik tê bihêzkirin heye. Li gel ku peywira bingehîn a hêzên leşkerî dabînkirina aramiya civakê ye jî li herêmê weke parçeyek şerê taybet; weke kesên ku sûc dikin û dikin meriyetê dertên pêşiya me. Sûcên ku hêzên leşkerî kirine, ji walîtiyan bigire heta wezareta bêyî ku bên lêkolînkirin, tên redkirin. Pêkanîna  hiqûqa dijminane û bêcezahiştin didome.”   ROJEVA SEREKE TECRÎD E   Derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî Bîlgîn, got ku rojeva wan a sereke tecrîd e û axaftina xwe wiha domand: “22 sal in bi tecrîda girankirî re li hemberî serokekî timik cezayên dîsiplînê tên birîn. Ev tecrîd bi taybetî li serjinê û bi giştî jî li ser Rojhilata Navîn tê pêkanîn. Tecrîd polîtîkaya şer e. Şerek didome û di vî şerî de jin bi awayekî neyînî bi bandor dibe. Jin hedef tên girtin û tê xwestin ku bikeve. Tecrîd, li ser jinên siyasetmedar bêtir bandor dike. Jin ji roja ku ji dayik dibe di nav malbatê de di tecrîdê de ye. Wê mijarên me yên sereke tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê bin. Ev xetên me yên sor in. Em ê ji bo vê yekê çalakiyan li dar bixin.”   MA / Eylem Akdag