Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî salvegera xwe pîroz kir 2020-12-22 15:01:11   AMED - Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî salvegera platforma xwe bi belavkirina vîdoyekê pîroz kir.   Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî, bi boneya pîrozkirina 4'emîn salvegera xwe vîdeoyek belav kir. Platformê diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê salvegera xwe bi belavkirina vê vîdeoyê pîroz dikin. Platformê sala nû li gelê kurd û cîhanê pîroz kir û xwest sala 2021’an bibe wesîleya sala yekitiya netewî ya kurd.   Di vîdeoya ji aliyê Platformê ve hatiye amadekirin de Menîce Gulmez, Eren Keskîn, Feleknas Ûca, Derya Aslan, Dûysal Karataş, Sevîm Bîçîcî û Ayşe Gokkan salvegera Platformê pîroz dikin û peyamên civakî didin.