Ji jinan berteka Leyla Guven: Weke wê got em naçin tu derê 2020-12-22 15:12:28   ENQERE – Rêxistinên jinan bertek nîşanî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dan û ev tişt gotin: “Leyla Guven ku li dijî neheqî û neheqiyan derdikeve vîna me jinan e.”   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, duh 22 sal û 43 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û di saetên şevê de ji aliyê polisan ve hatibû binçavkirin. Îro piştî ku derket edliyeyê û cezayê lê hatibû birîn, li rûyê wê hat xwendin, polisan wê bir Girtîgeha Jinan a Amedê. 9 rêxistinên jinan derbarê girtina Guven de daxuyaniyeke hevpar dan û bertek nîşanî girtina Guven dan.    Di daxuyaniya jina hat gotin ku ew baş dizanin ku bi biryara Guven hatiye xwestin ku vîna gelê kurd û jinan teslîm were girtin û muxalefeta civakî bê çavtirsandin û ji bo wan tu hikmê vê biryarê nîne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Leyla Guvne jiyana xwe di ber têkoşîna jinan û gelê kurd de daye, di vê rêyê de berdêla daye û hate gotin: “Leyla Guven ku li dijî neheqî û nehiqûqiyan radiwest vîna me jinan e. Tu desthilateke faşîst, ew û em ji têkoşîna me bi paş ve nexistine, nekarîne ku gavê bi me bi paş ve bidin avêtin. Ev êrîşên desthilata faşîst a AKP-MHP'ê jî wê li ber têkoşîna Leyla Guven nebe asteng.”   Rêxsistinê jinan bi domdarî gotin: “Weke Leyla Guven gotiye; em bi tu deverê ve naçin. Ev welat ê me ye û em ê siyaseta xwe bikin, li hundir an jî li derve. Tu polîtîkaya zext û zordariyê, desteserkirina wê nikaribe me ji têkoşîna me bide paş! Ji cihê ku Leyla hiştî, ew ê li hundir em ê li derve li her qadê yek kêliyê jî xwe ji têkoşînê nedin alî. Ji ber ku em hêza xwe ji heqbûna xwe digirin. Ya ku wê têk biçe wê desthilata we ya serwer a rizîbûyî be.”   Herî dawî hate gotin: “Em li ber polîtîkayên we yên bi dijminatiya kurdan û jinan serê xwe natewînin.”   Rêxistinên jinan ên ku îmzeya xwe li daxuyaniyê dane wiha ne:   “Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan   Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gel   Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk   Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk   Rizgariya Jinan   Platforma Jinên Endamên Sosyalîst    Meclîsên Jinên Sosyalîst   Meclîsa jinan a Partiya Damezirîna Nû ya Sosyalîst   Jinên Çepgir ên Kesk”