Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn 2021-01-06 14:54:50   WAN – Li Wanê, ji bo 6 jinên siyasetmedar ên jin ku li Silopiya û Parîsê hatibûn qetilkirin, bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.   Li Rêxistinê HDP’ê ya Navçeya Tûşbayê ya Wanê, ji bo Endama Meclisa Partiyê (MP) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Ûyar, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin û 3 siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Gelek kes tevlî bernameyê bûn. Di bîranînê de weneyên her 6 jinên siyasetmedar hatin danîn û li find û qurnefîl lê cem wan hatin bichkirin.    Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Tûşbayê Edîbne Babûr, di civînê de axivî û ev tişt got: “Ew ji bo azadiya gelê xwe bêyî ku çavên xwe biniqînin ber bi mirinê ve çûn û li pey xwe mîraseke azadiya jinê ya bi qasî gerdûnê mezin ji hemû jinan re hiştin.”   Di bîranînê de sînevîzyonên ku di wan de têkoşîna her şeş jinan hat vegotin hatin nîşandan. Bîranîn bi xwendina helbestan bi dawî bû.