Jinan li hewşa meclîsê bang li hikûmetê kir 2017-10-02 15:41:01 ENQERE - Endamê Platforma Jinan a Enqereyê, li pêş Meclîsê bi silogana "Ev qanûn wisa derbas nabe" pêşnûmeya ku erdê dide muftî barê bibire şermezar kirin û daxuyanî dan. Jinan diyar kirin ku heta daxwazên wan bên bersivandin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.  Platforma Jinan a Enqere û bajarên derdorê, bi daxwaza  pêşnûmeya ku erka marê dide muftiyan bê betalkirin û daxwazên wan bê qebûlkirin li pêç meclîsa Tirkiye kom bûn û daxuyanî dan. Jinan gotin "Ji bo jiyanek azad û wekhev, ev zagon wisa derbas nabin, jin destûr nadin" û li dijî pêşnûmaya “Mafên Mexdûran" li pêş meclîsê daxuyaniyê bidin. Piştî polîsan destûr neda jin li pêş meclîsê daxuyaniyê bidin, jinan li hewşa meclîsê daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê Meral Danış Beştaş, Parlamentera CHP'ê Şenal Sarihan û parlamentera serbixwe Aylin Nazli Aka û gelek jinên din tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di çalakiyê de dowîzên “Nayê qebûlkirin ku erka mahrê bidin muftî." û “Bijî şewirmendiya jinan" bilind kirin.      Endama Platforma Jinan a Stenbolê Ruya Kurtuluş,  diyar kir ku du peşnûnayên di meclîsê re derbas bibin pir ji nêzîk ve jiyana jinan eleqeder dike û wiha got: "Ji ber vê yekê em saziyên jinan diyar dikin ku pêwiste bi me bişêwirin û van pêşnûmayan rast bikin. Ev pêşnûma bi jinan nehatiye şêwirîn. Em saziyên jinan destûr nedin ev pêşnûma di meclîsê re derbas bibe. Li Tirkiye stargehên li dijî tundiyê yek bi yek hatin girtin. Li gelek navçeyan saziyên peşî li tundiyê digirin tune. Lê li her navçeyê muftî heye."    PÊŞNÛMA LI DIJÎ MAFÊ JINÊ YE   Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê pêşnûmeyan li gorî xwe ava dike. Beştaş, anî ziman ku pêşnûnayên ku li meclîsê derbas bibin li dijî mafê jinan e. Beştaş, anî ziman ku ew jiyanek azad, wekhev û adîl dixwazin û wiha got: "Me li nava Enqereyê nekarîbû dayika Hatun defin bikin. Zarokên jin ji 3 salî û jor ve rastî tacîz û tecawizê tên. Li şûna hesap ji vê yekê bipirsin pêşnûmayên ku bêtir jinan mexdûr dikin tînin rojeva meclîsê. Em heta jiyanek azad û wekhev ava bikin emê têbikoşin."      LI MÊRSÎNÊ CIVÎN    Endamên Platforma Jinan a Mêrsînê jî bi heman armancê li Şaxa SES'ê ya Mêrsînê civîn pêk anî. Li ser navê jinan Hevseroka Şaxa SES'ê ya Mêrsînê Ozge Goncu daxuyanî da û bal kişand ser wateya kampanyayê. Goncu, anî ziman ku ew destûr nadin ku pêşnûma bi vî şiklî di meclîsê re derbas bibe û dê ji bo mafê jinê têbikoşin.