Li dijî tundiya zilam xwe parast 2021-01-15 12:18:50   ENQERE - Li Enqereyê jina 74 salî Nimet Akgun, dema xwe û keça xwe ya astengdar li dijî tundiya  hevjînê xwe yê 80 salî Alî Akgun parast, hevjînê xwe kêr kir û kuşt.    Jina ku li Enqereyê li dijî tundiyê xwe parast, hevjînê xwe kuşt. Li gorî agahiyan li Taxa Bahçelerustu ya Navçeya Mamakê ya Enqereyê kalê 80 salî Alî Akgun tundî li hevjîna xwe ya 75 salî Nîmet Akgun û keça xwe ya astengdar kir. Dema Nîmet Akgun xwe û keça xwe ya astengdar li dijî tundiya  hevjînê xwe yê 80 salî Alî Akgun parast pevçûn derket. Di pevçûnê de Nimet Akgun, bi kêrê xwe parast û hevjînê xwe Alî Akgun kêr kir û kuşt.     Nîmet Akgun piştî bûyerê hat binçavkirin.    Piştî bûyerê Piştevaniya Xemrî piştgirî da Nîmet Akgun. Piştevaniya Xemrî li ser medya civakî peyam şand û got: “Parastina rewa û cewherî maf e."