Di doza gilîker de bû bersûc 2021-01-21 10:12:07 HATAY – Fatma Erşen Unsuren, piştî ku giliya zilamê tundiyê lê dikir kir bû bersûc, diyar kir ku dema ku tundî lê hatiye kirin gelek caran li polisan geriyaye lê polis li hewara wê nehatine.   Li navçeya Îskenderûn a Hatayê zilamê bi navê K. Unsuren tundiyê li hevjîna xwe ya parêzer Fatma Erşen Unsuren kiribû. Parêzer Unsuren giliya K. Unsuren kiribû û xwestibû bê cezakirin. Piştî gilîkirina Parêzer Unsuren, derbarê K. Unsuren de doz hatibû vekirin. Danişîna doza ku bi sûcdariya “birîndarkirina hêsan” li K. Unsuren hatibû vekirin wê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê bê dîtin. Ji ber ku Unsuren jî giliya parêzer Unsuren kiriye Unsuren jî di dozê de bûye bersûc. Parêzer Unsuren tundiya kul ê hatibû kirin vegot.    ‘POLIS DERENG HATIN’   Parêzer Unsuren, diyar kir ku sala borî di erefeya Cejna Remezanê de ji ber serdana malbatê di navbera wê û K. Unsuren de nîqaş derketiye û K. Unsuren şimikê avêtiye û destê xwe kiriye tînika wê. Parêzer Unsuren, tiştên ku ew roj jiyabû wiha vegot: “Birayê bersûc geriyam û hat. Piştre min bir mala xwe. Ji min xwest gilî nekim. Ji min tirê qê ku bersûc ne li male ez çûm malê. Lê ew li malê bû. Ji ber tirsiyam ketim odeya xwe ya razanê û derî di ser xwe de girt. Qêriya û zorê da derî. Ji ber ku neçû li hevalekî xwe yê parêzer geriyam. Piştre li birayê wî jî geriyam. Serê sibehê li polis jî geriyam. 10-11 caran li polisan geriyam. 2 hevalên min ên parêzer ku di heman sîteyê de diman ji bo piştgiriya min hatin malê. Li ser vê ji odeyê derketim. Hevalê min ê parêzer jî li polisan geriya. Lê polis nîvroj hatin.”   BI BÊDENGMAYÎNÊ RE TUNDÎ ZÊDE BÛYE   Parêzer Unsuren, destnîşan kir ku piştî gilîkirinê K. Unsuren jî giliya wê kiriye û ev tişt anîn ziman: “Roja bûyerê birayê bersûc wêneyan ji min re şand. Di wêneyan de tu derp tunebûn. Lê piştî gilîkirinê rapora derbê girtiye. Teqez destê min pê nebûye. Elaqeya şopên derbê bi min re tuneye. Li dijî tundiyê jin dikarin parastina xwe bikin. Nirxandina tundiya li hemberî hev ne hiqûqî ye. Divê hemû jin kesên tundiyê li wan dikin gilî bikin. Bi mehan tundiya derûnî li min hat kirin. Min çiqas got bila malbata min ji hev nekeve tundî ewqas zêde bû. Herî dawî tundiya derûnû bû tundiya fîzîkî. Divê qanûna jimara 6284 ji herkesî re bê vegotin.”   MA / Hamdûllah Kesen