Ozbek a tê angaştkirin hevjînê xwe kuştiye nehat berdan 2021-01-22 14:07:35 EDENE – Fîkriye Ozbek ku bi angaşta hevjînê xwe Hakan Ozbek ê bi awayekî sistematik îşkenceyê lê kiriye kuştiye li Edenê girtî tê darizandin, li gel mînakên swapan û daxuyaniyên şahidan jî nehat berdan. Duyemîn danişîna Fîkriye Ozbek ku bi angaşta hevjînê xwe Hakan Ozbek ê bi awayekî sistematik îşkenceyê lê kiriye kuştiye, li Edenê girtî tê darizandin, li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê hat dîtin. Ozbek, ji Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û şahidên bûyerên, parêzerên endamên Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê û endamên Paltforman Jinan a Edeneyê jî li danişînê amade bûnç.    ŞAHID GUHDAR KIRIN   Piştî tespîtkirina nasnameyan danişînê dest pê kir û piştre şahidên bûyerê hatin guhdarîkirin. Xwişka Ozbek Aynûr Bolat, destnîşan kir ku roja bûyerê dema ku xwestiye tundiya li xwişka wê tê kirin asteng bike ji aliyê Hakan Ozbek ve hatiye derpkirin.    MÎNAKÊN SWAPÊ   Parêzerên Ozbek jî bal kişand ser mînakên swapê ku ji Hakan Ozbek û Fîkriye Ozbek hatine girtin û destnîşan kirin ku daxuyaniyên şahidan muwekîla wan piştrast dikin û daxwaza tehliyebûna Ozbek kirin.  Ozbek jî parastina xwe kir û daxwaza berdana xwe kir.      DANIŞÎN TALOQÎ ADARÊ BÛ   Dozger jî ji bo ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin xwest ku biryara berdewama girtinê bê dayîn. Heyeta Dadgehê, daxwaza dozger qebûl kir û biryara berdewamkirina girtina Ozbek da û danişînê taloqî 26’ê adarê kir.    ‘LI GEL DELÎLAN JÎ NEHAT BERDAN’   Piştî danişînê parêzera Ozbek, Sevîl Araci Bek li ber edliyeyê daxuyanî da û diyar kir li gel ku hemû delîlên hatine kom kirin Ozbek piştrast dikin jî nehat berdan. Parêzer Bek, destnîşan kir ku tundiya ku bi salan li Ozbek hatiye kirin şahidan jî aniye ziman û got ku wê şopdarê dozê bin.    RABORIYA BUYERÊ   Fîkriye Ozbek ku 11 sal berê bi Hakan Ozbek re zewicî, ji aliyê hevjînê wê Ozbek ve bi awayekî sistematik timik îşkence lê dihat kirin. Herî dawî di 2’ê îlona 2020’an de Hakan Ozbek, Fîkriye Ozbek bi kursî ve girê dabû û bi îşkenceyê êrîşa zayendî lê kiribû û bi çifteye gefa kuştinê lê xwaribû. Hakan Ozbek, di heman şevê de çifteya ku pê gefa kuştinê li hevjîna xwe xwaribû, dabû ser singa xwe û bi şaşî di xwe de teqandibû û miribû. Li gel ku şahid û delîl nîşan didin ku Ozbek bi şaşî xwe kuştiye jî hevjîna wî Fîkriye Ozbek ji cînayetê tê darizandin.