KADES, pêşî li ber tahdeyê digire yan na? 2021-01-23 09:04:42 STENBOL - Dildara Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çatiyê Zûjal Gurelî, anî ziman ku KADES di warê pêşîlêgirtina tahdeyê de qels e û got: "Pirsgirêka sereke di warê pêkanînê de ye."  Wezareta Karên Navxweyî di sala 2018'an de ji bo pêşîlêgirtina tahdeya li jinê tê girtin, Xeta Piştgiriyê Ya Li Dijî Tahdeya Li Jinê Tê Kirin (KADES) ava kiribû. Li gor daneyên wezaretê heya niha 620 hzar û 829 kesan ev sepan daxitiye telefona xwe.    Dildara Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çatiyê Zûhal Gurelî, sepana KADES'ê û awayê wê yê xebitandinê nirxand.    Gurelî, diyar kir ku sepana KADES'ê berê ji bo herêmên pîlot derbasdar bû, lê belê ji ber şewba Covîd-19'ê li tevahiya Tirkiyeyê hatiye bikaranîn. Gurelî, anî ziman ku hemû jinên ku telefonên wan ên biaqil hene dikarin vê sepanê bi kar bînin. Gurelî, destnîşan kir ku sepana bûtonê ya KADES'ê ji bo jinan pir girîng e û wiha axivî: "Berê gava jin ji ber tahde li wan dihat kirin û li 155'ê digeriyan, diviyabû navnîşanê bidin. Mixabin, di dema şewbê de jin nikaribûn xwe bigihînin 155'ê. Lewma di dema pandemiyê de sepana KDES'ê girîngtir e. Ji lewra piraniya jinan, tevî kesên ku tahdeyê li wan dikin di heman malê de dijîn. Ji ber vê nikaribûn li 155'ê bigerin. Bi zorê li me jî digeriyan. Lê di sepana KADES'ê de pêl bûtonê bikin bes e."    HAYA JINAN JI MAFÊN WAN TUNE YE    Gurelî, da zanîn ku piraniya jinên ku hevdîtinê bi wan re dikin haya wan ji sepana KADES'ê tune ye. Gurelî got: "Haya jinan ji mafên wan heye? Ev cihê nîqaşê ye. Çi qasî bi Navendaên Pêşîlêgirtin Tahdeyê û Şopandina Wê (ŞONÎM), 183 (Xeta Piştgiriya Civakî), xalên Peymana Stenbolê û qanûna jimare 6284'an heye û çi qasî ji civakê re tê qalkirin? Divê em li ser vê bisekinin. Ji bo hayjêhebûna ji van dewlet berpirsiyarya xwe bi cih tîne yan na? Bi rastî jî dewlet piştgiriya jinan dike yan na?"    PIRSGIRÊKA PÊKANÎNÊ    Gurelî, destnîşan kir ku mekanîzmayên ku pêşî li tahdeyê digirin hene, lê belê pêk nayên û wiha got: "Mesela em bibêjin haya jinan ji van mekanîzmayan heye. Lê belê gava serî lê didin çi qasî piştgiriya wan tê kirin? Hebûna mekanîzmayan têr nake. Gelek kêmasî hene di vî warî de. Xebitandina mekanîzmayan bipirsgirêk e. Hebûn an jî tunebûna mekanîzmayeke piştgiriya jinan neke bi kêrî tu tiştî nayê."    DIVÊ BELAŞ BE    Gurelî, bilêv kir ku ji bo bikaranîna sepana KADES'ê telefonên biaqil tenê têr nakin û ji bo vê jî pêdivî bi pakêtên înternetê heye. Gurelî got: "Hin jin hene xwendin û nivîsandina wan tune ye. Ne mimkun e ku ev jin karibin KADES'ê bi kar bînin. Divê diyarkirina cih bi peyamên belaş be. Her wiha ji bo yên KADES'ê bi kar naynin jî divê rêbazeke cuda hebe."    KADES, PÊŞÎ LI BER TAHDEYÊ DIGIRE?    Gurelî, anî ziman ku sepana KADES'ê di warê pêşîlêgirtina tahdeyê de qels e û wiha bi  dawî kir: "Di vî warî de car heye polîs bi nebaşî nêzî jinê dibe. Polîs peywira xwe paşguh dike. Jin dibêjin, KADES'ê bi kar tînin, lê belê piştgiriya wan nayê kirin û polîs naçin navnîşanê. An jî gava polîs diçin, tu zabitnameyê amade nakin. Yanî bi feraseteke zayendîparêz, agahiyên şaş berê jinan cardin didin deverên ku tahde li wan tê kirin. Polîsên bi KADES'ê gazî wan tê kirin, bêyî ku tiştekî bikin, bêyî ku derbarê mekanîzmayê de agahiyekê bidin û bêyî ku jinan biparêzin cardin vedigerin, diçin."    MA / Semra Tûran