Li Îranê 4 zilaman jinek qetil kir 2021-01-26 11:48:25   NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Serdeşt ê rojhilatê Kurdistanê, jina bi navê Sonya Dengkan ji aliyê 4 zilaman ve bi îşkenceyê hat qetilkirin.    Li gorî nûçeyeke Ajansa Kurdpa ku li Îranê weşanê dike, li bajarê Serdeşt ê rojhilatê Kurdistanê, jina bi navê Sonya Dengkan, ji aliyê 4 zilamên xizmê xwe ve ji kargeha ku lê xebitiye hatiye revandin û li derveyî bajar bi îşkenceyê hat qetilkirin.   Piştî ku dayika Sonya 10 rojan agahî jê nagire serî li qereqolê dide û ji bo dîtina keça wê lêpirsîn tê destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de birayek Sonya û pismamek wê di 24’ê çileyê de tên binçavkirin. Bira û pismamê Sony adi bin çavan de li xwe mikûr tên ku Sonya qetil kirine û li erdeki vala veşartine. Faîlên din hê nehatine dîtin.    Piştî otopsiya ku hat kirin derket holê ku Sonya bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.