'Ji çîroka xwe dizanim, hêza herî mezin rêxitinbûyîn e' 2021-01-28 09:20:25 AMED - Sevîm Bîçîcî bi darê zorê di 14 saliya xwe de hat zewicandin. Di 15 saliya xwe de bû dayik. 19 salan tahde lê hat kirin. Piştî ku têkoşîna jinan nas kir, dev ji hevjînê xwe berda û li dijî tahdeyê serî rakir. Piştî dev ji hevjînê xwe berda bû aktivîsta têkoşîna jinan. Bîçîcî got: "Ji çîroka jiyana xwe dizanim. Hêza herî mezin rêxistinbûyîn e."  Hin jin hene, piştî ku têkoşîna jinê dinasin, ji tahdeya li wan tê kirin xelas dibin. Yek ji van jinan jî Sevîm Bîçîcî ya 41 salî ye. Bîçîcî, di 14 saliya xwe de bi darê zorê hatiye zewicandin. Di 15 saliya xwe de bûye dayik. Li ser hev du 4 zarokên wê çêbûne. Gava bûye 21 salî, vê carê jî tahde dest pê kiriye û 19 salan tahde lê hatiye kirin. Paşê piştî ku têkoşîna jinê dinase dev ji hevjînê xwe berdide û niha ji bo mafên jinan têdikoşe.    Bîçîcî, behsa çîroka xwe kir.    TAHDEYA FIZÎKÎ Û DERÛNΠ   Bîçîcî, anî ziman ku ewilî tahdeya derûnî lê hatiye kirin û got: "Lê min tahdeya derûnî ferq nedikir. Nezan bûm. Her çû tahde zêde bû. Gava min tiştên ku hatin serê min ji derdora xwe re gotin, wekî ku ne tiştek be nêz dibûn. Vê carê min xwe wekî sûcdar hîs dikir. Lê belê ji bo ku ji vê rewşê xelas bibim, li çareyekê digeriyam."    Bîçîcî, diyar kir ku piştî ku ligel tahdeya derûnî tayhdeya fizîkî jî dest pê kiriye, gelek caran rapor wergirtiye û hewl daye dev ji hevjînê xwe berde. Bîçîcî, bilêv kir ku lê belê her tim gef lê dihatin xwarin ku dê zarokên wê jê bên stendin.    SERÎ RAKIR    Bîçîcî, destnîşan kir ku ji bo ku ji tahdeyê xelas bibe li hêzekê digeriya û got: "Kifş bû ku ev hêz ne malbat û derdor bû. Divyabû tu hêzekî werê bibînî ku te ji nû ve biafirîne. Min jî da dû vê. Min dest bi xwendiê kir. Min tevgera azadiyê nas kir. Min têkoşîna jinê xwend û min seîr rakir. Ev serîrakirineke hişmendî û vînê bû. Çendî ku astengî hebûn jî, ez tevli nav xebatên partiyê bûm. Di vî warî de mifha tevgera jinê pir gihaşt min. Tim li cem min bûn."    KOLETΠ   Bîçîcî, anî ziman ku piştî ku têkoşîna jinê nas kiriye, nêrîn û dîtina wê pir guheriye û got: "Min tim sûc dixist stuyê dêya xwe. Lê belê paşê hûn rolên li jinan hatine ferzkirin fêm dikin. Piştî vê nêzîkatiya min a ji bo dêya min guherî. Hem di nav xebatên siyasî de bûm hem jî li malê li hember feraseta dewlet, têdikoşiyam. Hem hêleke min kole bû, hem jî ji bo pêşengiya civakê bikim dixebitîm. Lê min dixwest dawî li vê nakokiyê bînim."    DAWÎ LI KOLETIYÊ ANΠ   Bîçîcî, destnîşan kir ku cardin hewl daye dev ji hevjînê xwe berde, lê belê ji ber xebatên xwe yên siyasî hatiye girtin. Bîçîcî, anî ziman ku salekê di Girtîgeha Sîncan a Jinan de maye û gava di girtîgehê de bûye tenê li ser têkoşîna jinê hûr bûye. Bîçîcî got: "Min fikirên Birêz Ocalan xwendin. Piştî ji girtîgehê derketim, ewilî min hewl da ji koletiyê xelas bibim. Bi awayekî biryardarî min doz kir ku dev ji hevjînê xwe berdim û min dev jê berda. Min berê dev ji doza devjhevberdanê dida. Ji lewra nebîrbir bûm. Lê vê carê bîrbir bûm. Min fêm kir ku ew bêhêziya min a berê, ji ber nerêxistinbûyîn bûye."    RÊXISTINBÛYÎN Û HÊZ    Bîçîcî, destnîşan kir ku ji ber ku di nav tevgera jinê de cih girtiye bihêz bûye û got: "Gava hûn birêxistin bin, hûn bihêz in. Gava hêla din jî vê hêza we bibîne, fêm dike ku dê nikaribe tiştekî bike. Ew derdora we ya ku ji bo hûn dev ji hev bernedin şîretan li we dikir, vê carê bi rêz û hurmet nêzî we dibe. Nexasim jî dixwazim gazî malbatan bikim. Nehêlin zarokên we di umrekî biçûk de bizewicin. Ji lewra hûn dibin sedema birînên xedar."    ‘EM TJA LI CEM HER JINÊ NE'    Bîçîcî, destnîşan kir ku piştî ku têkoşîna rêxistinbûyî nas kiriye cardin xwe li jiyanê girtiye û got: "Ji çîroka jiyana xwe dizanim. Hêza herî mezin rêxistinbûyîn e. Qet nedihat bîra min ku ez ê rojekê dev ji hevjînê xwe berdim û bi tena serê cwe bijîm. Lê niha dikarim. Min dev jê berda û min cardin xwe li jiyanê girt. Umrê min 41 e. Lê tu carî xwe werê hîs nakim. Ji lewra têdikoşim û ciwantiyê hîs dikim."    Bîçîcî, anî ziman ku bi kampanyaya "Em xwe diparêzin" a TJA'yê temasî jiyanên nû dike û di her jinê de çîroka wê tê bîra wê. Bîçîcî got: "Gav wan profîlan dibînim, rabirdû tê bîra min. Lê belê bila tu kes xwe bi tenê hîs neke. Em TJA, li cem her jinê ne. Dewlet tu carî nikare jina ku tahde lê tê kirin fêm bike, lê em fêm dikin."    MA / Eylem Akdag