Rêxistina Efûyê: Zeynep Celaliyan berdin 2021-02-02 14:09:15   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Efûya Navnetewî ji bo Zeynep Celaliyan a siyasetmedara kurd ku li Îranê girtî ye were berdan name ji Îbralim Reîsî yê Serokê Dadgeha Bilind a Îranê re şand.    Rêxistina Efûya Navnetewî ji bo balê bikişîne ser rewşa Zeynep Celaliyan a siyasetmedara kurd ku li Îranê girtî ye û tê tecrîdkirin, name ji Îbralim Reîsî yê Serokê Dadgeha Bilind a Îranê re şand. Di nameyê de bal kişandin ser binpêkirina mafan ku Celaliyan pê re rûbirû maye û tenduristiya wê û ji rayedaran hat xwestin rewşa wê were başkirin û tavilê were berdan. Di nameyê de hat gotin Zeynep Celaliyan 6 sal in li girtîgehê nayê dermankirin û di 29’ê nîsana 2020’an de jî testa wê ya Kovîd-19 jî pozîtîf derketiye.