Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in 2021-02-05 13:05:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Melek Îpek a di parastina cewherî de Ramazan Îpek kuşt û hat girtin, bi rêya parêzerên xwe peyam şand û got: "Êdî keçên min bêtir aram in.    Li Navçeya Doşemealti ya Antalyayê Melek Îpek li dijî tundî, tecawiz û îşkenceya Ramazan Îpek parastina cewherî kir û ew kuşt. Piştî Melek parastina cewherî kir, hat girtin û girtî tê darizandin. Melek Îpek ku girtî tê darizandin, bi reya parêzerê xwe Ahmet Onaran peyam şand. Îpek, di peyamê de wiha got:  "Hemû nameyên ji min re hatibun min bi girî xwendin. Heta ji destê min bê ez bersîvê didim nameyan. Yên ku ez nikarim bersîvê bidim wan lêborîna min ji wan bixwaze. Ji wan re silavên min bêje. Min pir bêriya ku li derve keçê xwe hembêz bikim kiriye. 27 rojin kesî li min nexistiye. Ji ber ku ez li vir im, keçê min li derve bêtir rehet û aram in. "