Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin 2021-02-06 10:46:48   AMED - Mehmet Buyuk ê 8 roj berê li Navçeya Yenîşehîra Amedê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin.    Mehmet Buyuk ê li Taxa Hantepe ya Navçeya Yenîşehîr a Amedê di 28'ê Çile de hevjîna xwe Sureyya Buyuk kuşt hatibû binçav kirin. Mehmet Buyuk piştî binçavkirina 8 rojan sewqî edliyê kirin. Buyuk piştî li dadgehê îfade da, dadgehê biryara girtina wî da û ew şand girtîgehê.    Dîsa di heman rojê de Suleyman Buyuk, li cihê bûyerê xwest xwişka Sureyya Buyuk F.S., 3 zarokên F.S. û xizmên wan E.B. bikuje. Suleyman Buyuk ku xwest xizmên xwe bikuje, ji cihê bûyerê reviya.  Xwişka Sureyya Buyuk, F.S. ku bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê tê dermankirin.