Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne 2021-02-07 09:01:21   DERSÎM - Jinên Dersîmî yên li dijî polîtîkayên bişaftin, tundî û tunekirinê li çand, bawerî û ziman xwedî derdikevin, di meha Xizir de bi xebatên hunerî pêşengiyê dikin. Jinan diyar kirin ku îsal duayên wan ji bo aştî û mirovahiyê ye.    Meha Xizir di çand û baweriya elewiyan de cihekî pir taybet û girîng digire. Her sal di meha sibatê de kevneşopiya  Xizir dest pê dike. Li hin herêman di Pêncşema duyemîn a Sibatê de dest pê dike. Bi destpêka meha Sibatêre mal û derdor tên paqijkirin. Bi qasî hemû zindî û ruhmet têr bixwin zexîre û xurek tê parvekirin. Hemû kesê li deriyên malan didin û alîkarî dixwazin, alîkarî bi wan re tê kirin. Genim tê hêran û kelandin. Bi duayan ew genimê hatiye pijandin, li hemû aliyê malê têbelavkirin. Tê bawerkirin ku Pêxemberê Xizir ji vî genimê bijandî tê para aydî xwe dibe û diçe. Di vê mehê delokma tên çêkirin û li cîranan tê belavkirin. Turb tên ziyaretkirin û li ser wan find têne pêxistin. Hem dua tên kirin û hem jî daxwazên baş tên kirin.   ROJIYA XIZIR    Di meha xizir de 3 rojan rojiya Xizir tê girtin. Rojî şev nîvê şevê dest pê dike û heta rojava berdewam dike. Di meha rojiya Xizir de Ji bo Xizir Cem tên gerandin. Di rojên rojiyê de li gundan li tembûrê dixin û deyîş tên gotin. Çîrokên der barê Pêxemberê Xizir te tên gotin. Bi arvanê qelandî helawî tê çêkirin û savar tê kelandin. Ev helawî û savar li hemû cîranan tê belavkirin. Ev şahî û kevneşopî tê wateya rojên zor û dijwar ên zivistanê li paş man û derbasî rojên xweş dibin. Di van şahî û huneran de jin pêşengiyê dikin.    Jinên li Dersîmê dijîn û pêşengiya vê çand û hunerêdikin, li dijî polîtîkayên bişaftinê bang li hemû kesan kirin ku li îbaretên vê mehê û Rojiya Xizir xwedi derkevin.    YÊN BÊNE BER DERÎ VALA VENAGERIN   Jina 63 salî ya Dersimî Fatma Guler, anî ziman ku di meha Sibatê de ewil diçin ava Xizir tînin û iha got: "Me hêj ji ciwantiya xwe de dest bi vê çandê kiribû. Dema em ciwan bûn hemû gundî hişyar dibûn. Em bi hevre diçûn ku ava Xizir bînin. Ji bo em berê ava xizir bigirin em diketin pêşbirgê. Me ava ewil distend û vedigeriyan malê. Dema em dihatin malê û nêviyê avê tune bûya me digot ‘Xizir biriye' Me xwelî û bizota agir dibir li cihê diyar rodikir. Ji bo bereketa wan zêde bibe, me dewarên xwe dibirin çolê. Roja Înê ji bo Xizir keramet û tilsima xwe têxe nav, me li cihê du çem dibin yek qurban serjê dikir. Kesên dihatin vir me qurban li wan belav dikir. Me du mesef (tepsî) lokma çêdikir û belav dikir. Me mesefek (tepsi) lokma bi xwe re dibir û kesên dihatin, me li wan belav dikir. Siniya din jî me li cîranan belav dikir. Bi salan e em di vê mehê de vê kevneşopî û çandê berdewam dikin. Di vê mehê de kî bê ber deriyême em wan vala venagerînin. "    Guler, da zanîn ku armanc dikin ku çand û baweriya elewiyan bidin jiyandin û wiha lê zêde kir. "Em dixwazin bi van xebatan çand û baweriya xwe derbasî nifşê nû bikin û derbasî pêşerojêbikin."    JIN ÇANDÊ DERBASÎ PÊŞEROJÊ DIKIN   Fîdan Genç jî anî ziman ku yên çand û baweriyê diparêzin jin in û wiha got: "Jin çand û baweriyê derbasî pêşerojê dikin. Demek dirêj e li Îzmirê dijîm. Em li ku bijîn em çanda xwe jî li wir didin jiyandin. Em biçin ku em çanda xwe jî bi xwe re dibin. Di her mehên Xizir de me niyazên xwe li cîranên xwe belav dikir. Ev çanda me bi ked û xêra jinan heta îro zindî ma û winda nebû. Em çanda Gaxan, 12 Îmam, Xizir û hemû baweriyan didin jiyandin û diparêzin. Em di vê mehê de kevir, ax, dar, giha, sewal û hemû zindiyan maç dikin. Ev nirxên me ne. Em bi xêra xwezaya xwe hene. Eger xweza tune be mirov tune dibe. Em li nirx û çanda xwe xwedî derdikevin."     Genç, da zanîn ku di meha Xizir de Destarê xwe yê 50 salî derdixe û bê genim dihêre û wiha bi dawî kir: "Ji bo Xizir bê mala me, em genim dihêrin û diqelînin. Em li hundirê malê belav dikin. Em ê ji bo aştî û mirovahiyê duayan bikin. Em dixwazin Xizir bê mala me. Em dibêjin Ya Xizir, Ya Muhammet lokmayê me qebûl bike, Zarokên me ji belayan biparêze, Bibe alîkarê feqîr û xizanan. Bila dijmin ji me dûr be. Bila mirovahî û aştî bijî."    MA / Ayşe Surme