SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike 2021-02-08 12:37:57   NAVENDA NÛÇEYAN - SKB’ê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê li dijî cînayetên jinan, ji bo ji tundiya zilma û dewletê re bêjin bes wê 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî bikin.    Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB), derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. SKB’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di rojên ku êrîşên li ser jinan zêde dibin de 8’ê Adarê ji jinan re dibe hêvî û da zanîn ku ne gengaze dîroka ji têkoşîna jinan têjî tune bê hesibandin. SKB’ê, dest nîşan kir ku şertên pandemiyê û qeyrana aboriyê, mêtina keda jinan zêdetir kiriye û komkujiya jinan di qeyrana koronayê de jî berdewam dike.   XWE PARASTIN   SKB’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Me têkoşîna azadiyê ya jinan û piştevaniya jinan a enternasyonal mezintir kir. Niha jî bi kerb kolanan tejî dikin û qîr dikin. Em edaleta jinê ne. Em li dijî tundî, îstîsmar û zayendiyê xwe diparêzin û bêdeng nabin.   GREVA JINÊ   Li dijî cînayetên jinan, ne ji bo edaleta zilam ji bo edaleta rastî, ji bo ji tundiya zilam û dewletê re bêjin bes, em ê di 8’ê Adarê de li kolanan bin. Em hemû jinan û LGBTÎQ+’yan vedixwînin grevê. Em ê 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî bikin.”