Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû 2021-02-10 16:02:31   ENQERE – Meclisa Jinan a HDP’ê, wê di çarçoveya bernameya jinan a kampanya “destpêkê edalet” de rêze çalakî li dar bixe.   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), kampanya xwe ya “destpêkê edalet” li Parqa Kûgûlû ya Enqereyê bi daxuyaniyekê ragihand. Piştî vê daxuyaniyê hûrguliyên bernameya jinan a kampanya “destpêkê edalet” jî diyar bûn. Di çarçoveya kampanyayê de wê rêze çalakî bên lidarxistin.    Bernameya aşkera bû wiha ye:   “* Di navbera 10-17’ê sibatê de têkildarî lêgerîna tazî, binpêkirinên mafan ên li girtÎgehan, pêkanînên li dijî jinên ku serî li parastina rewa didin çalakiyên zîncîrî û parqan bên lidarxistin.    * Di navbera 15-20’ê sibatê de bi awayekî navendî li 4 cihên diyarkirî ji bo çalakiya greva birçîbûnê, tecrîd û rewşa jinên girtî panel bên lidarxsitin.    * Di 19’ê sibatê de bi beşdariya parlamenterên jin ên HDP’ê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û rêxistin û saziyên din ên jinan li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê têkildarî pêkanîna biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyanî bê dayîn.    * Di 23’ê sibatê de parlamenterên jin ên HDP’ê û Meclisa Jinan a HDP’ê ya Anatoliya Navîn dê li ber Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê, ji bo “Pêşîgirtina Qirkirina Jinan” daxuyanî bidin. “   Her wiha di bernameyê de hat diyarkirin ku wê li Amed, Enqere û Stenbolê jî bernameyên hevdîtinên bi saziyên jinan re jî bên lidarxistin û hevdîtina li Stenbolê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan pêk bê.