Zilamek li Hatayê hevjîna xwe kuşt 2021-02-11 14:52:49   HATAY - Li navçeya Dortyolê Ercan Y., Şûle Yildirim bi îşkenceyê kuşt.   Li Taxa Ozerlî ya navçeya Dortyola Hatayê Ercan Y. hevjîna xwe Şûle Yildirim a 38 salî bi îşkenceyê kuşt. Hat diyarkirin ku Ercan Y. li pêş çavên her çar zarokên xwe Şûle Yildirim kuştî ye. Cîranên ku li ser qêrîna zarokên bûn şahidên bûyerê, hatin malê, nehiştin Ercan Y. bireve. Tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ercan Y. ku cîranên wan nehişt bireve hat binçavkirin.