Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê: Em bi hev re bihêz dibin 2021-02-11 15:58:34   DERSIM - Meclîsa Jinan a Dersimê ya HDP’ê, ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê berdewam dike, daxuyanî da.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dersimê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daye destpêkirin û di roja 77’an de didome de li pêş avahiya partiya xwe daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo jinên girtî edalet, li dijî qirqirina girtiyên siyasî destpêkê edalet” vekir. Di daxuyaniyê de Hevseroka Bajêr a HDP’ê Nûrşat Yeşîl axivî.   ‘HÊJ NEHATIYE ASTA KRÎTÎK’   Yeşîl, diyar kir ku siyasetmedarên ku pergala hevserokatiyê diparastin li girtîgehan tên tecrîdkirin û wiha got: “Hêj çalakiya grevê nehatiya asteke krîtîk û çalakî ne vegeriyane çalakiya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê divê xwestekên girtiyan bên qebûlkirin. Ji bo ku gel, jin, ciwan û karker bêhnê bistînin divê demildest tecrîd bê rakirin. Em jin ji vir bang dikin; daxwaza girtiyên di çalakiya grevê de daxwaza me ye jî.”   ‘EM BI TÊKOŞÎNÊ AZAD DIBIN’   Yeşîl, da zanîn ku ji polîtîkayên bloka AKP’ê û MHP’ê yên jinan û gelên Tirkiyeyê mehkumî pergala tecrîdê ya serweriya zilam dikin re îtîraz dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo azadiya hemû hevrêyên me yên jin ên hilbijartî, parastina mafê jiyanê, azadiya jinên girtî yên mafê xweparastinê bi kar anîn, desteserkirina mafê li girtîgehan ku ji holê bên rakirin qasek be jî em ji têkoşîna xwe paşve gavê navêjin. Jin bi piştevaniyê bihêz dibe, em bi têkoşîna bi hev re azad dibin.”