Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir 2021-02-12 12:34:56   AMED - Îtîrafkarê JÎTEM’ê yê berê sercerdevan Mûrat Îpek, Aleyna Avci bi çekê giran birîndar kir û reviya.   Îtîrafkarê JÎTEM’ê yê berê û niha li navçeya Gêlê ya Amedê sercerdevan Mûrat Îpek, Cîgira Serokê Baskê Ciwanan a AKP’ê û Seroka Komîsyona Jinan a Baskê Ciwanan Aleyna Avci ya 21 salî bi çekê giran birîndar kir. Li gor nûçeya Rojnameya Ozgur Polîtîkayê; Îpek ê navê wî timik bi cînayetên li herêmê ku hatine kirin, tahsilata çek û senedan û bûyerên desteserkirinê derbas dibe, bi Avci ya ku li ser medya civakî nas kir re di demek kin de dergistî bûn. Îpek, xwest ku bi Avci ya ku di demekî nêzîk de ew berda re hevdîtinekê bike. Avci di 5’ê sibatê de gazî cihê stadyûma nû ya li navçeya Peyasê kir. Li ser vê yekê Avci, bi dayik û xizmeke xwe re çû wî cihî. Piştî niqaşa di navbera wan de derket, Îpek gule reşand û Avci bi çekê giran birîndar kir. Îpek, piştî êrişê reviya. Avci ya ku giran birîndar bû jî rakirin beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl. Hêj jiyana wê di talûkê de ye.    XWESTIN SERÊ BÛYERÊ BIGIRIN   Hat îdiakirin ku piştî bûyerê ji bo ku bûyer neyê bihîstin Rêveberiya AKP’ê ya Bajêr bi malbatê re hevdîtin kirine. Rêveberên AKP’ê ji malbatê re gotine hewce bibe wê keça wan bi balafira ambûlans sewqî Enqereyê bikin û naxwazin bûyer bikeve çapemeniyê.