Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest 2021-02-12 13:51:30   ANTALYA - Dozger îdeanameya Melek Îpek a dema xwe û zarokên xwe ji êrîşa Ramazan Îpek parast û Ramazan Îpek kuşt amade kir, 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê îdeaname qebûl kir. Dozger, di îdeanameyê de ji Îpek re ji 18 salan heta 24 salan cezayê hepsê xwest.      Dozger îdeanameya der barê Melek Îpek a dema xwe û zarokên xwe ji êrîşa Ramazan Îpek parast û Ramazan Îpek kuşt de, amade kir û pêşkêşî 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê kir. Dadgehê îdeaname qebûl kir. Dozger, di îdeanameyê de ji Îpek re ji 18 salan heta 24 salan cezayê hepsê xwest. Dozger bi îdeaya "Bi zanebûn kuştiye" xwest Melek bê cezakirin.