Li Antalyayê jinek hat qetilkirin 2021-02-18 09:58:13   ANTALYA - Li Antalyayê Gamze Kaçar Bozkurt ji aliyê Yusuf Onur Kaan Bozkurt ve bi sîlehê hat qetilkirin .   Li Antalyayê Gamze Kaçar Bozkurt (38) a diyetisyen ji aliyê hevjînê xwe Yusuf Onur Kaan Bozkurt ê bijîşk ve bi sîlehê hat qetilkirin. Kujer paşê dawî li jiyana xwe jî anî. Cenazeyan ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî.