Faîlê tundiyê piştî 6 rojan hat girtin 2021-02-22 14:00:37   EDENE – Li navçeya Yuregîrê zilamê bi navê Şahîn B. ku tundiyê li hevjîna xwe Fatma B. kiribû hat girtin.   Zilamê bi navê Şahîn B. di 16’ê sibatê de li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê tundiyê li hevjîna xwe Fatma B. kiribû û wê di mal de hefs kiribû. Piştî bûyerê Fatma B. bi awayekî guman di şaneşîna malê de ketibû û giran birîndar bûbû. Dema ku Fatma B. rakiribûn nexweşxaneyê Walîtiya Edeneyê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku derbarê faîl de biryar dûrxistinê ya ji bo mehekê hatiye dayîn.  Şahîn B. ku piştî bûyerê hatibû binçavkirin, îro piştî bidawîbûna kirariyên li miduriyeta polisan sewqî dadgehê hat kirin û bi sûcdariya “birîndarkirina bi zanebûn” hat girtin.