Polîsên ku jin derb kirin: Zagonan ev erk da min 2018-01-23 12:46:18 ÎZMÎR - Polîs O.Y. yê 2 jinên rastî tacîza zayendî hatin derb kir, li dadgehê parastin kir û got: “Min erka ku zagona dabû min pêk anî" û tundî parast.  Di 10'ê Tebaxa 2017'an de li Kolana Şehîdên Kibrisê ya navçeya Konaka Îzmirê 2 jin rastî tacîza 2 kesan hatibûn. Jinên serî li polîsan dan, polîsan ew derb kiribûn. Piştî lêpirsîna bûyerê doz hat vekirin û doz li 26'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Îzmirê hat dîtin. Di danişîna dozê de jinên rastî derba polîsan hatin Derya Kiliç û Seray Gurer û polîsê bersûc O.Y. û parêzer amade bûn. Der barê polîs de bi sedema “Erka xwe xerab xistiye meriyetê" heta 5.5 salan ceza hat xwestin. Polîs O.Y. parastin kir. O.Y., di parastinê de tundî parast û got: "Ez li gorî erka ku zagonan tev geriya me. Min erka ku zagona dabû min pêk anî" û tundî parast.    Mexdûr Kiliç û Gurer,  jî gotin: "Em ji polîs O.Y. bi gilî ne" û xwestin bên cezakirin. Dadger der barê bersûcên ku nehatine danîna dozê de biryar da ku bi zorê wan bînin dozê û danişina doz taloqî 25'ê nîsanê kir.