Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin 2021-03-02 08:23:52   AMED - Polîsan bi ser mala aktîvîsta TJA’yê Berîtan Onen de girtin û binçav kirin.   Polîsan li Amedê, di seatên şevê de bi ser mala aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Berîtan Onen de girtin û binçav kirin. Hat hîn bû ku Onen, di çarçoveya lêpîrseneke ku li Mêrsînê tê birêvebirin hatiye binçavkirin.