Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin 2021-03-02 14:43:25   ÎZMÎR - Jin Bi Hevre Bi Hêzin, bertek nîşanî astengkirina çalakiyên xwe da û bang kir ku polîs û walitî dest ji astengkirina bikaranîna mafên wan ên demokratik berdin.   Jin Bi Hevre Bi Hêzin di 24’ê Sibatê de, li navçeya Karşiyakaya Îzmîrê xwestibû ji bo kesên di şermezarkirinên Bogazîçiyê de hatibûn binçavkirin û lêgerîna tazî li wan hatibû kirin, daxuyaniyê bide. Lê polîsan destûr nedabû daxuyaniyê û jin asteng kiribû. Jin Bi Hevre Bi Hêz in, têkildarî vê astengkirinê li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê jinan Rozana Ûrkûn û Ayşenûr Kîzaroglû daxuyanî xwend.   ‘JI HÊZA ME DITIRSIN’   Rozana Ûrkûn, diyar kir ku pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) didomin û wiha got: “Li gorî naveroka çalakiyên me muzîk, dovîz û materyalên ku em bikarbînin tên sansurkirin. Bi dehan polîsên ku anîne qadê me dikin di dorpêçê de û têkiliya me û gel qût dikin. Kesen dixwazin daxuyaniyê guhdar bikin asteng dikin û bi binçavkirinê gefan li me dixwin. Ji ber ku ji jinan û ji hêza me ditirsin.”   ‘LÊGERÎNA TAZÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’   Dûre Ayşenûr Kîrazoglû jî dazanîn ku di 24’ê Sibatê de xavikên wan ên xemir hatin armançkirin û wiha axivî: “Du polîsên jin ên di binçavan de lêgerîna tazî li hevalên me kiribûn anîn qadê, ev yek jî ew hevalên me yên jin aciz kir. Îşkenceya lêgerîna tazî hat kirin bi vê îşkenceyê dixwazin me çavtirsandî bikin. Lê em ê qîr bikin ku lêgerîna tazî sûcê mirovahiyê ye.” Kîrazoglû, bang li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê û Walitiya Îzmîrê kir ku dest ji astengkirina bikaranîna mafên wan ên demokratik berdin.